Her tişt virr e dinya fanî!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Îlon 2023 - 00:05

Hunermendê Kurd Beytocan ev demeke dirêj bû li Swêdê ji ber nexweşiya penceşêrî dihate dermankirin. Beytocan doh sibehê çû ber dilovaniya xwedê û konê xwe ji nav me bar kir. . 

Malbat û hevalên hunermendên kurd Beytocan ragihandin ku Beytocan ê 68 salî doh sibehê li Stockholmê koça dawî kiriye.  

Beytocan demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin. Beytocan beriya demekê, ketibû ber emeliyateke giran jî, û beşeke ji çena wî hatibû jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.

Beytocan di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm weşandin. Albûma wî ya 'Yan mirin yan Diyarbekir' li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Beriya rehmet bike, di hevpeyvînekê de diyar dikir ku di nava bêderfetiyê de wî karên xwe yên hunerê kirine.

Ji hepsa dagirkeran ber bi hunerê berxwedêr

Beytocan sala 1955'an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûbû, di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê de hatibû girtin û 15 salan cezayê hepsê lê hatibû birrîn. 6 sal û nîvan li girtîgehê hate hiştin û sala 1987'an hate berdan.

Beytocan sala 1990'î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991'ê de neçar ma welatê xwe bi cih bihêle û li Swêdê bibe penaber.

Gava ku televîzyonên Kurdî yên satelîtî li Ewrûpayê dest bi weşanê kirin, Beytocan dibû mêvanên bernameyên wan. Beytocan wekî din tevlî gelek şahî û çalakiyên siyasî û çandî yên Kurdên li Ewrûpayê dibû.

Gotinên stranên wî yên weke “yan mirin yan Diyarbekir”, “her tişt virr e dinya fanî” û “agir ketiye dilê min” jî ji wan berhemên wî ne ku wê ji bîra nifşekî neçin.  

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.