Her şehîdek israra azadiyê xurttir dike

Çarşem 5 Sibat 2025 - 03:35

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de endamê PYD’ê Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) û endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) şehîd bûn. PYD’ê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî endamê wan Hogir Erebo û di encamê de şehîd bû de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de PYDˋê sersaxî da malbata şehîd û gelê herêmê û êrişa dermirovî ya dewleta Tirk şermezar kir û got:"Hevrêyê me Hogir di nava rêxistina ciwanên partiya me de têkoşiya. Xwedî rihê şoreşgerî û têkoşînê bû. Dem û derfetên xwe dixist xizmetî xurtkirina birêxistinê û doza gelê xwe." Her wiha hat diyarkirin ku Hogr li kêlek keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekinî û parastina gelê xwe li dijî êrişên DAIŞˋê û dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê kir û birîndar bûbû. Ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê. PYDˋê di dawiyê de got ew ê li ser şopên şehîdên xwe bimeşin heta armancên wan ên pêkanîna azadiya gel û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî misoger dibe.

Qetilkirin nasnameya dewleta Tirk e

Koordînasyona Kongra Star jî derbarê şehadeta endama Koordînasyona Kongra Star Hîva Erebo (Salîhe Viyan) de daxuyaniyek da.Daxuyanî wiha ye:"Di 27’ê Çileya îsal de dema ku endama koordînasyona me Hîva Erebo bi armanca  ku bi rêxistinên jinan re hevdîtinê bike çûbû Başûrê Kurdistanê, ji hêla dewleta Tirk ve hate hedefkirin û şehîd bû. Di serî de em bi navê tevahî jinên azadîxwaz vê êrişa faşîst a dewleta Tirk şermezar dikin û  em ji malabata welatparêz û jinan û gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Di şexsê hevrê Hîva Erebo de em bejna xwe li hember tevahî şehîdên azadiyê ditewînin û wan bi minetdarî bibîrtînin. Dewleta Tirk tawaneke nû li tawanên xwe yê li dijî mirovatî zêde kir. Qetilkirina jinên şoreşger, jinên azadîxwaz bûye nasnama vê dewleta faşîst. Bi vî rengî dixwaze îradeya jinan bişkîne û teslîm bigire. Lê divê jibîr neke ku her şehîdek biryardarî û israra me ya azadî û serfiraziyê xurt dike û ruhê tolhilandê li dijî vê pergala faşît û zalim bilind dike.

Em her li ser şopa şehîdan bin

Kombûna Jinan a Zenûbiya der barê şehadeta Hêva Erebo û Dilawer Erebo de daxuyaniyek da, diyar kir ku çalakvan Hêva Erebo sembola fedakariyê bû û hate gotin:“Rola wê di avakirina rêveberiyên jinan ên li herêmên ku ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirî de hebû, her wiha ji bo xurtkirina tevgera azadiya jinan li wan qadan kedeke mezin da.” Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku têkoşer Dilawer Erebo mînaka "Kurdên têkoşer" bû ku jiyana xwe ji bo parastina doza gelê xwe feda kir. Kombûna Jinan a Zenûbiya di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan da û tekez kir ku ew ê heta pêkanîna azadî, dadmendî û wekheviyê têkoşîna xwe berdewam bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.