Hema hema enerjiya ebedî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 03:02

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) da zanîn ku ew di hilberîna enerjiyê ji fuzyona sar, bi ser ketiye. Rayedarên saziya LLNL´ê ragihand ku ev yek “pêngaveke zanistî ya mezin” e.

Tişta ku zanyarên Emerîkî bi xebata xwe ya li Laboratûwara Neteweyî ya Lawrence Livermore (LLNL) kir, tişteke welê ye, heta niha tenê li tavika me û li stêrkan diqewimî. Ev gaveke gelekî muhim e ber bi fuzyona nukleer a sar, a ku hema hema enerjiya ebedî mumkin dike. Ev enerjî jî di heman demê de enerjiyeke di warê bermahiyan de paqij e. Zanyarên Emerîkî da zanîn ku ev cara yekê ye ku di fuzyona nukleer de wan ji enerjiya ku reaksiyonê dide destpêkirin, bêhtir enerjî hilberandiye.

Fuzyona nukleer, li gorî çavkaniyên din ên nukleerê, bêhtir enerjiyê diafirîne û ji ber ku radyasyonê çênake, weke çavkaniya bêdawî ya enerjiya paqij tê dîtin. Bi rêya vê enerjiyê tê payin ku dawî li pirsgirêkên sotemeniya fosîl a ku hawîrdorê qirêj dike û avhewayê dibehdilîne.

 

Wezîra enerjiyê mizgînî da

Wezîra Enerjiyê ya DYE'yê Jennifer Granholm tevî zanyarên LLNL´ê li Washingtonê li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Granholm anî ziman ku lêkoleran di reaksiyona fuzyonê de ji enerjiya ku reaksiyonê dide destpêkirin bêhtir enerjî hilberandiye û ev yek jî weke "qezenca pak a enerjiyê" pênase kir.

Hate ragihandin ku li LLNL´ê, ji bo peydakirina enerjiyê ji fuzyona nukleer, kar tê kirin û ev gava dawî jî weke, "pêngaveke mezin a dîrokî" hat binavkirin.

Ev zêdeyî 60 salan e ku hewldanên hilberandina enerjiya ji fuzyona nukleer hebûn, lê ev cara yekê ye ku ceribandin û hewldan bi awayê hilberandina bêhtir enerjiyê bi ser ketiye.

Ev yek jî di warê zanistî de yek ji mezintirîn serketinên sedsalê ye. 

Fuzyona nukleer ew e ku sîsikên atomê yên sivik li hev tên xistin, di encama yekbûna herdu sîsikan de sîsikeke ji wan girantir ava dibe, lê hecmê wê ji yekûna herdu sîsikan hindiktir e. Hecma kêm hemû vediguhere enerjiyê. Çavkaniya enerjiya stêrkan û rojê reaksiyonên fuzyona nukleer e.

WASHINGTON

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.