Berjewendiyên Ewrûpayê li Asyaya Navîn

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 12 Kanûn 2023 - 00:15

Qutbûna qismî ya têkiliyên aborî yên bi Rûsyayê re ji bo Ewrûpayê bi taybetî di warê enerjiyê de tesîra mayînde dike. Berhemên hîdrokarbonê yên Rûsyayê ji bo Yekîtiya Ewrûpayê gelekî kêm bûne û Ewrûpî hewl didin ku şûna wê dagirin. Siyasetvanên Ewrûpî hêviya xwe bi Asyaya Navîn ve girêdidin. Li herêmê rezervên mezin ên neft, gaz, komir û uranyumê hene. Rewşa li wir, li gorî welatên Efrîkayê, bi îstîqrartir xuya dike. Di heman demê de, li van cihên pişt-Sovyetê, binesaziyek pêşketîtir û hêzek kar a jêhatîtir heye.

Li herêmê mezintirîn hilberînerê petrolê Qazaxistan e. Di Îlona 2022’yan de, rêveberîya Elman bi rêveberîya Qazakxistanê re li ser peydakirina neftê bi riya lûleya neftê ya Druzhba re dest bi danûstandinan kir. Sedema vê yekê jî niyeta rayedarên Elman bû ku nefta Rûsyayê di heman lûleyê re red bikin. Ji bo parzûngehên Elman hêsantir e ku neftê bi riya Druzhba bistînin, û vebijarka bi peydakirina Qazaxistanê xwedan avantajeke girîng e. Bi ketina pergala Transneftê, neft bi rastî bi nefta Rûsyayê re "tevlihev" dibe û bi riya Druzhba digihîje qalîteya ku rafîneriyên Elman jê re hatine çêkirin. Di vî warî de hevkarîya Qazaxistan û Wlmanyayê dikare bi pêş bikeve, lê di vir de herî kêm du pirsgirêk hene.

Ya yekem, hilberîna Qazaxistanê li wan zeviyên ku ew ji wan madeyên xav ji pergala Transneft re peyda dike, zêde nabe. Ya duyemîn, Lehistan li dijî ye ku nefta Rûs û Qazaxistanê ji Elmanyayê re bi rêya Druzhbabê şandin. Warşova, ji aliyekî ve hewl dide ku bi rêya transît pere qezenc bike: Pargîdaniyên Elman neçar in ku madeyên xav ji bo parzûngehên li bazara cîhanê bikirin, wan bi tankeran radestê bendera Gdansk a Lehistanê bikin, paşê madeyên xav bi lûleyê derbasî xaçerêya Druzhba dibe û paşê ji parzûngehên Elmanyayê re tê şandin. Ji aliyê din ve Lehistan ji rola welatekî transît ne razî ye, ew dixwaze bibe xwediyê parzûngehên Elmanyayê. Ji bo xwedîderketina li parzûngehan, Lehistan nîşan dide ku tenê ew dikare kapasîteya wan a tevahî garantî bike. Ji ber vê yekê, Warşova ji bo barkirina parzûngehên Elman ne hewceyî vebijarkên alternatîf e.

Ewrûpa bi giştî jî bi dabînkirina gaza Asyaya Navîn re elaqedar e. Di salên 2022 û 2023’yan de, bi awayekî periyodîk gotûbêj li ser perspektîfên avakirina lûleyên gazê ya Trans-Xezerê yan jî lûleya gazê bi rêya Îranê re ji bo gaza Tirkmenan bigihînin bazara Ewrupayê, dest pê kirin. Lê projeyên bi vî rengî niha ne realîst in. Ji bo çêkirina lûleya gazê li ser deryaya Xezerê, pêwîst e welatên deryaya Xezerê hemû, projeyê erê bikin. Lê Rûsya û Îran erê nakin. Moskov naxwaze nirx ji ber reqabetê dakeve û hêvî dike ku rojekê beşek ji bazara Ewrûpayê lê vegere, lê Îran jî li ber heman keysê veketiye.

Metirsiyên aborî jî bandorê li perspektîfên dabînkirina gaza Asyaya Navîn ji bo Ewrûpayê dikin. Di şert û mercên ku Yekîtiya Ewrupayê daxuyand ku ew ê heta sala 2050'î bi temamî dest ji bikaranîna çavkaniyên enerjiya fosîl berde, dê xercê çêkirina xeta gazê û veberhênana li zeviyên Tirkmenan bide kê, ne diyar e. Li gel van metirsiyan, mentiqî ye ku Turkmenistan bala xwe bide ser bazarên Asyayê û Qazaxistan û Ozbekistan dê di demeke nêzîk de bibin welatên îtxalata gazê. Ji ber vê yekê, di sektora gazê de di navbera Ewrûpa û Asyaya Navîn de hema hema ti perspektîfên hevkariyê tine ne.

Warekî din a hevkariyê di navbera Ewrûpa û welatên Asyaya Navîn de nukleer e. Qazaxistan % 40´ê bazara hilberandina uranyumê ya cîhanê digire, lê di gelek projeyan de pargîdaniyên Qazaxistanê bi Rosatom re hevkariyê dikin, ku ev yek hindek dijwar dike ku strukturên Ewrûpî bi Qazakistanê re têkilî daynin. Wekî din, bidestxistina uranyumê tenê qonaxa yekem e. Pêdivî ye ku ew bibe sotemeniya nukleerî, û Rosatom xwediyê ji % 40´ê bazara cîhanê ji bo karûbarên dewlemendkirina uranyumê û nêzîkî ji % 17´ê  ji bo hilberîna sotemeniya nukleerî ye. Ji ber vê yekê, dê pirr dijwar be ku li ser Qazaxistanê veguherîne û Rûsyayê bi tevahî ji "zincîra sotemeniya nukleerî" dûr bixe. Ev ji bo zêdekirina hilberîna uranyumê veberhênanên mezin hewce dike, û bandora wan tenê di çend salan de dikare were dîtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.