- SOHR`ê doh ragihand ku dewleta Tirk 230 çeteyên din ji Sûriyê şandine Azerbêcanê da ku li rex artêşa Azerbêcanê li Qerebaxê şer bikin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirk beşeke nû ji çeteyên Sûriyê şandiye Qerebaxê û ji wan 9 çete di şerê li Qerebaxê de hatine kuştin.
SOHR`ê doh ragihand ku dewleta Tirk 230 çeteyên din ji Sûriyê şandine Azerbêcanê da ku li rex artêşa Azerbêcanê li Qerebaxê şer bikin.
Navendê bi bîr xist ku dewleta Tirk veguhastina çeteyên Sûriyê didomîne. Hejmara çeteyên ku şandine Azerbêcanê bûye 2 hezar û 280, ji wan 342 çete vegeriyane Sûriyê.
Têkildarî heman mijarê, SOHR´ê di daxuyaniya xwe de got, "di çend saetên bihurî de", di şerên li rex hêzên Azerbêcanê de 9 çeteyên ji Sûriyê hatine kuştin. Hêzên Ermenistanê jî herî kêm 3 çeteyên ji Sûriyê girtin.
Li gorî SOHR`ê ji dawiya meha Îlonê ve, herî kêm 240 çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk di şerên li Qerebaxê de hatine kuştin. Ji wan termên 183´yan şandine Sûriyê.
Şerê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de yên ku di 27`ê Îlonê de dest pê kiriye, didome. Ruxmî pêkhatina 3 lihevkirinên agirbestê bi navbeynkariya Fransa, Rûsya û DYA`yê, ji ber mudaxeleya dewleta Tirk bi bin ketin.
NAVENDA NÛÇEYAN