Helbûsî şowê dike

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 28 Îlon 2022 - 03:54

  • Serokê parlamena Iraqê Muhammed Helbûsî ku 2 dewran li ser hev serokatiya parlamenê kiribû, ragihand ku wî ji peywira xwe îstîfa kiriye.

Serokê Parlamena Iraqê Helbûsî ji peywira xwe îstîfa kir. Piştî xwepêşandanên 29’ê Tebaxê, çav li rê ye ku parlamen îro cara ewilî bicive.

Serokê parlamena Iraqê Muhammed Helbûsî ku 2 dewran li ser hev serokatiya parlamenê kiribû, ragihand ku wî ji peywira xwe îstîfa kiriye.

Parlamena Iraqê piştî xwepêşandanên 29’ê Tebaxê dê cara ewilî roja çarşemê kom bibe û îstîfaya Helbûsî bixe ber dengdanê. Helbûsî di hevsengên siyasî de xwedî roleke girîng e.

Li Iraqê aloziyeke siyasî heye. Parlamen herî dawî di 23’yê Tîrmehê de kom bûbû. Çend rojan paşê, alîgirên Muqteda Sedr parlamen dagir kiribûn û bi qasî mehekê li hewşa parlamenê rûniştibûn.

Di dawiya Tebaxê de jî di navbera alîgirên Sedr û milîsên Heşdî Şebî yên alîgirên Îranê de şer çêbûbû. Di van şerî qederê 30 alîgirên Sedr hatibûn kuştin.

Li gorî pisporên siyasî Helbûsî naxwaze îstîfa bike û tê diyarkirin, armanca Helbûsî ew e ku piştgiriya ji bo wî piştrast û eşkere bike, yanî dixwaze bawerî û piştgiriya ji bo xwe nû bike.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.