Hejar Baban xelateke din wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Nîsan 2021 - 01:23

Şaira Kurd û Efxan Hajjar Baban (Hejar Baban) li Emerîkayê Xelata Bursa Paul & Daisy Soros wergirt ji ber potansiyela xwe ya şairiyê. Ew ji 30 xelatgirên sala 2021'ê ye. 

Ew halê hazir mastera xwe dike di hunerên bedew de li Zanîngeha Virgniayê. Di encama xelatê de wê 90 hezar dolar alîkarî wergirt. 

Hejar Baban li Pakistanê hatiye dinê. Dayika wê Efxan e û di dema şerê salên 80'yî de pena xwe biriye Pakistanê. Bavê wê jî Kurdekî ji Rojhilat e ku wê demê pena xwe biriye Pakistanê. Hîna ew 2 salî ye, dê û bavê wê ji Pakistanê penaber bûne û çûne Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE). Ji bilî xwendina Ingilîzî û wêjeyê, wê Farisî, Erebî û zimanê Peştûn jî xwendiye. 

Weke şaireke ciwan wê sala 2017'an jî xelata şairiya ciwan wergirtibû. Îsal jî ji bo axaftina Şaira/ê Ciwan a/ê Neteweyî de Hejar Baban bû duyemîn. Yekemînê karî di merasîma dewrgirtina serokatiyê ya Joe Biden de bipeyive.

Kitêba Hejar Baban a bi navê "Tişta ez ji çiyayan dizanim (What I know from the mountains)" sala 2018'an ji weşanên Rick Campbell derketibû, û ew jî weke xelata serketîbûna şairtiya wê di beşa Xelata Chapbook de derçûbû. 

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.