Heger bi Kurdî ye naxwe hûn qet bi xêr nehatin!

Şemî 9 Kanûn 2023 - 00:55

  • Qeyûmên ku li ser navê dewleta Tirk şaredariyên bajarên Kurdistanê dagir kirine, her roj biryareke sosret didin û nîşan didin ku ew dijminê Kurdî ne. Qeyûmê navçeya Bismil a Amedê navê taxa Selatê yê bi Kurdî guherand û her wiha tabelaya li serê taxê ya ku li ser “hûn bi xêr hatin” hebû jî da rakirin.

Piştî qeyûman şaradariyên bajarên Kurdistanê dagir kirin, her roj bi biryareke sosret di rojevê de ne. Qeyûmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine peywirdarkirin, beriya niha navên gelek tax, kolan û saziyan guhertibûn. Qeyûmê ku şaredariya navçeya Amedê Bismilê dagir kiriye biryareke sosret girt û tabelaya bi Kurdî ya ku li ser “Hûn bi xêr hatin” dinivîsî, rakir. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezûpotamyayê (MA), qeyûmê şaredariya Bismilê dagir kiriye, tabelaya serê gundê Seletê ya bi Kurdî ku li ser “Hûn bi xêr hatin” dinivîsî, da rakirin û li şûna wê tabelayeke Tirkî bi cih kir.  Qeyûm her wiha tabelayên bi Kurdî yên “Selet” û “Seleta Jor” jî da rakirin û li şûna wan tabelayan jî wî navên Tirkî yên gund dan bicihkirin.

Selat, beriya Qanûna Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di fermiyetê de bajarok dihat qebûlkirin. Lê piştre bû taxeke ser bi Bismilê. Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di sala 2015’an de tabelaya Kurdî ya “Hûn bi xêr hatin” di ketina taxê de bi cih kiribû. 

Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz, ê ku qeyûm şûna wî dagir kiriye, nerazîbûn nîşanî guherandina tabelayên bi Kurdî da. 

Polîtîkaya asîmîlasyonê

Orhan Ayaz, îşaret bi wê yekê kir ku rakirin û guhertina tabelayan, nîşaneya polîtîkayên înkarkirin û asîmîlasyonê ne. Ayaz bal bire ser xweranegirtina desthilata dewleta Tirk li zimanê Kurdî û got ev xweranegirtina li Kurdî dewam dike: “Di ajandaya desthilatdaran de ji derveyî polîtîkayên ewlehiyê, tiştek nîne. Bi pêkanînên qeyûman, destketiyên di nava 100 salên komarê de hatin bidestxistin jî ji holê hatin rakirin.” 

Feraseta talanê ya qeyûm

Ayaz, da zanîn ku feraseta qeyûm “feraseta talanê” ye û got, “Piştî şaredarî hatin dagirkirin û vîna gel hate binpêkirin qeyûm li her bajarê Kurdistanê heman pratîkê dikin. Ew li her bajarî nasname, çand, ziman û nirxên gelê Kurd binpê dikin û wan qebûl nakin. Asîmîlasyona bi salan hatiye kirin, têra vê dewleta faşîst nekiriye. Di heman çarçoveyê de polîtîkayên planên têkbirinê xistin dewrê, xwestin li hemberî berxwedana gel bisekinin. Polîtîkayên ku qeyûm bi rê ve dibin, rûreşiya dewletê ya li hemberî Kurdistanê ye. Di meseleya rakirina tabelayên li taxa Selatê de jî em vê rûreşiyê dibînin, weke dijminê Kurdî tevdigerin. Lê bila ji bîr nekin, li dijî feraseta înkara dewletê û qeyûman em ê her li ber xwe bidin û têkoşîna me jî wê dewam bike.” 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.