• Xelîfe Hefter ê li ser rojhilatê Lîbyayê serwer, da zanîn ku ji bo hilbijartina serokkomariyê yên 24'ê Kanûnê ew namzet e. 

Xelîfe Hefter ê li ser rojhilatê Lîbyayê serwer, da zanîn ku ji bo hilbijartina serokkomariyê yên 24'ê Kanûnê ew namzet e. 

Hefter di weşana zindî ya televîzyonê de got, "Namzetiya min a ji bo hilbijartina Serokkomariyê ne ji bo wê yekê ye ku bidim pey desthilatdariyê. Di vê dema krîtîk de ji bo ku serketinê, bipêşketinê û aramiyê pêşkêşî gelê me bikim, namzetiya xwe radigihînim."

Hefter piştgiriyê ji Misr û Mîrîtiyên Yekgirtî yên Ereb werdigire. Beriya Hefter bi du rojan, kurê Muammer Qedafî, Seyf El Îslam jî namzetiya xwe eşkere kiribû.

Hefter ê 77 salî ji bo bibe namzet ji bo hilbijartina serokkomariyê, dest ji wezîfeya xwe ya serkêşiya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê berde.

Li gorî qanûna heyî ya hilbijartinê, heger Hefter nikaribe bê hilbijartin ê karibe li wezîfeya xwe ya leşkerî vegere.

Piştî destwerdana sala 2011'an bi hilweşandina rejîma Muammer Qedafî re li rojhilat û rojavayê welêt şerê ji bo desthilatdariyê heye. Bi taybetî piştgiriya dewleta Tirk a ji bo rêveberiya Trablûsê ku giraniya wê Îxwanî ne, dibe sedem ku kaos mezintir bibe. Hefter di daxuyaniya xwe ya li Bîngaziyê de wekî din got, hilbijartina meha Kanûnê "Yekane rêya derxistina Lîbyayê ji kaosê ye."

BÎNGAZÎ