Hecî Ehmedî li Qendîlê hat oxirkirin

Duşem 7 Nîsan 2025 - 03:45

Cenazeyê Hevserokê Berê yê PJAK’ê Hecî Ehmedî piştî ku ji Elmanyayê anîn Silêmaniyê, ji Silêmaniyê jî bi merasîmekê ber bi Goristana Şehîdan a Qendîlê ve hat birêkirin.

Hevserokê Berê yê PJAK’ê Hecî Ehmedî ku di 18’ê Adarê de li bajarê Koln yê Elmanyayê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî anîn Silêmaniyê. Cenazeyê Hecî Ehmedî destpêkê birin Mizgefta Ehmedî Hacî Elî, li wê derê bi tevlîbûna malbatên şehîdan, welatparêz û azadîxwazan cenaze ber bi Goristana Şehîdan a Binarê Qendîlê ve hat birêkirin. Hevserokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) roja 18’ê Adara 2025’an di encama xwînariya mejiyê de li bajarê Koln ê Elmanyayê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû. Hecî Ehmedî ê ji bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ye, yek ji kesên ku di sala 2003’an de pêşengî ji avakirina PJAK’ê re kiriye. Ehmedî ku zêdetirî 40 sal in li Elmanyayê jiyan dike, ji siyasetmedarên naskirî yê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Hecî Ehmedî jiyana xwe ya siyasî ku li Yekîtiya Xwendevanên Kurd ku li Ewropayê hat avakirin da destpêkirin, li Parlamentoya Kurdistanê ya li sirgûnê, Hevserokatiya PJAK’ê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) domand. Hecî Ehmedî bi xebatên xwe tevkariyên mezin li yekîtiya netewî ya Kurd kir.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.