Hebûna min siyasî ye

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 17 Mijdar 2021 - 23:47

  • Hunermenda Kurd a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Beizar Aradini (Bêzar Aradînî) ji festîvala hunerên bi tekstîlê ya Tennesseyê, xelata hunermenda herî serketî wergirt. 

Hunermenda Kurd a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Beizar Aradini (Bêzar Aradînî) ji festîvala hunerên bi tekstîlê ya Tennesseyê, xelata hunermenda herî serketî wergirt. Wê di bienala Tennesse Craft a îsal de xelata berhema herî baş ji bo tabloya xwe ya bi neqşan, a bi navê "Hebûna min siyasî ye" (My Existence is Political) bi dest xist. 

Ew timî behsa civaka xwe dike û sedema vê jî wiha rave dike: “Heta îro jî, xelk ji min dipirse, Kurd kî ne! Dîrokeke me ya tevlîhev heye, lê mirov bi hêsanî têdigihîje. Ji ber wê jî her carê ez derseke dîrokê didim.”

Li ser berhema wê ya ku li cihê bienalê tê nîşandan, mirov dikare li muzîka Serwer Ebduletîf bihisîne, û ew jî li tembûrê dixe.

NASHVILLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.