Hêzên Taybet (HAT) ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêra Zorê li dijî komên çete operasyonek kirin. Di encamê de 4 çete hatin girtin. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li herêma El Şihêlê ya Dêra Zorê li dijî DAÎŞ'ê operasyon hatiye kirin.

Çeteyên operasyon li dijî wan hatiye kirin ji êrişên li dijî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspî û sivîlan berpirsyar in.
Li gorî daxuyaniyê operasyon bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatiye kirin û di encamê de 4 çete hatine girtin, gelek belge jî bi dest ketine.

ANF/QAMIŞLO