- Li Swêdê jî Gurên Boz daketin kolanan û xwe nîşan dan.
Destpêka Mijdarê, nijadperestên Tirk, tevgerên elaqedarî Gurên Boz li Fransayê hatin qedexekirin. Wezîrê Karê hundir ê Fransayê Gerald Darmanin nijadperestên Tirk ji belavkirina kînê û çalakiyên şidetê berpirsiyar girtibû.
Li welatekî ku heta niha zêde xwe lê nedidan der jî nijadperestên Tirk xwe dan der. Endamên komê li bajarê Swêdê Malmoyê hefteya bihurî daketin kolanan û xwe nîşan dan. Ji bo ku Gurên Boz dakevin meydanê jî komeleyeke bi navê Azerbeycana Yekbûyî destûra xwepêşandanê girtiye. Lê li ser hesabên xwe yên Facebookê, Gurên Boz banga beşdariya vê xwepêaşndanê kirin. Wan Azerî weke "birayên bi xwînê" bi nav kirin. Di xwepêşandanê de tenê nîşanên Gurên Boz û nijadperestên Tirk hebûn.
Li gorî Kurdên Swêdê, ev tiştekî kêm dîtî ye ku nijadperestên Tirk xwe eşkere nîşan bidin. Ji salên 80´yî ve nijadperestên Tirk li Swêdê hene, lê di rewşên normal de ew xwe dûrî raya giştî ya Swêdê digirin.
Bi ya rojnamevanê Kurd ê li Swêdê Kurdo Baksî, rêxistina nijadperestên Tirk dixwaze bi vê yekê sînorên xwe biceribîne. Bi ya wî ew yekser bi fermana serekçeteyê dewleta Tirk Tayyip Erdogan tevdigerin.
Beriya niha nijadperestên Tirk û têkiliyên wan bi siyasetvanên Swêdê re bûbû sedema skandalan. Sala 2016´an wezîrê xanî û starê yê Swêdê ji Partiya Keskan, beşdarî şîveke nijadperestên Tirk bûbû. Li ser nûçeya rojnameya Aftonbladetê gelek rexne li wezîr û partiya wî hatibûn girtin.
STOCKHOLM