Greva neteweyî ya Kurdan e

Nûçeyên Dîaspora

În 11 Mijdar 2022 - 00:41

KCDK-E'yê bang li Kurdan û dostên wan kir û got, "12'ê Mijdarê em bi ruhê yekîtiya neteweyî rabin ser piyan û li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî tevlî meşan bibin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) de hate gotin, "Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî yên li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê li dijî mirovahiyê ne, dixwaze encamê bi dest bixe. Gerîlayên azadiyê bi berxwedana xwe paşeroj û rûmeta gelê Kurdistanê diparêzin. Bi berdêlên giran, bi fedakarî û lehengiyeke mezin paşeroj û nirxên me diparêzin. Gerîlayên azadiyê mêtingeriyê têk dibin.

Roj roja xwedîderketina li vê berxwedana mezin û rawestandina bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk e. Li hemberî êrişên topyekûn ên dewleta Tirk berxwedan wezîfeyeke neteweyî ye.

Me heta niha bi çalakiyan karîbû bala raya giştî bibin ser mijarê jî ji bo bidawîkirina van êrişên komkujiyê, divê hîn bêhtir em xwedî lê derkevin. Saziyên Kurdistanî bi civînekê biryar dan ku li hemberî mezinahiya metirsiyê, ji bo xwedîderketineke hîn mezintir 12'ê Mijdarê li derveyî welat weke roja greva neteweyî îlan bikin. Yanî 12'ê Mijdarê, kes wê neçe kar, kargehên xwe veneke, mîna dema Kobanê li her derê bi ruhê seferberiyê li qadan li ber xwe bide û ji bo saziyên pêwendîdar bixe nava liv û tevgerê, daxwazên xwe bîne ziman.

Ji bo vê jî ji extiyaran heta bi zarokan, jin, ciwan, Bakurî, Başûrî, Rojavayî, Rojhilatî, Êzîdî, Misilman, Elewî, Xiristiyan divê her kes bi ruhê yekîtiya neteweyî her derê bikin qada serhildanê û seferber bibin. Li gel dost, hêzên pêşverû û demokrat heta encamgirtinê em ê têkoşînê bi biryardarî bimeşînin.

 

Ji çalakiyan nemînin

12'ê Mijdarê li her derê em ê dakevin qadan û bibin deng û nefes ji bo gerîlayên azadiyê. Di serî de meşa navendî ya li Dusseldorfê, li welatên din bi tevlîbûna çalak a li meşan, em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Divê em gel bi ruhê yekîtiya neteweyî cihê xwe li nava refan bigirin.

Li ser vî bingehî 12'ê Mijdarê ji Swîsre, Elmanya, Bakurê Fransayê, Belçîka û Hollandayê em beşdarî meşa li Dusseldorfê bibin. Li Swêd, Danîmarka, Norwêc, Fînlandiya, Başûrê Fransayê, Ingilistan, Awûstûrya, Qibris, Yewnanistan, Kanada û Awûstralyayê jî beşdarî meşên cihî bibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.