Goristana Herekolê hat rûxandin

Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 03:10

Goristana PKKiyan a li kontara Çiyayê Herekol ji aliye leşkerên artêşa tirk ve hatiye rûxandin û şopa gorên 63 endamên PKKê xuya nake.

Goristana Herekol ango bi navkirina PKK'ê Şehîdgeha Şehîd Ezîma û Şehîd Resûl Goyî ji aliyê PKK2ê ve sala 2014'an li Herêma Çemê Karê ya navçeya Berwariya Sêrtê hatibû avakirin û gorên 63 endamên PKK'ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn lê hebûn. Lê di meha sermaweza 2017'an de ji aliyê leşkerên artêşa tirk ve hat rûxandin. Li gor agahiyên çavkaniyên herêmê dane, dema 2017'an koçerên li herêmê çûyîne deştê, leşkerên artêşa tirk li gel makîneyên kar ketine Herêma Çemê Karê û dest bi rûxandina goristana li Herêma Bersor kirine.

Şopa goran jî xuya nake

Kesek beriya rûxandina goristanê ev der nedîtibe nizane ku li vir berê goristanek heye. Ji ber ku tu şopên gorên 63 PKK'yan niha xuya nakin û goristan weke zeviyekî dixweyê. Her wiha tu şopên mecsîd û mêvangeha hatiye çêkirin jî xuya nakin.

Gorên PKKiyan li ku ne?

Li gel vê rûxandinê pirsa gorên PKK'yan li ku ne derdikeve holê. Li gor çavkaniyên herêmê an gorên hemû li heman dere hatine binaxkirin an jî bi kepçeyan li kamyonan bar kirine û birine deverek din.

AW/ŞIRNEX/NEDÎM ORÛÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.