Gor li ser gorên gerîlayan çêkirin
Sêşem 12 Îlon 2023 - 00:17
CEYLAN ŞAHÎNLÎ / MA / SEMSÛR
Di navbera salên 1995-1996’an de li Çiyayê Kûz ê gundê Çalxan a navçeya Sergolan a Semsûrê, 11 gerîlayên PKK’ê şehîd bûn. Cenazeyên van şehîdan ji aliyê leşkeran ve bi komî li goristana nava gund hatin veşartin. Di salên pêş de cenazeyên 2 şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin û ew birin bajarên wan. Gundiyan li dora gora komî ya 9 gerîlayên PKK’ê lê hatin veşartin kevirkirin. Di nava 27 salan de gor hatin texrîbkirin û di roja me de li qada ku gor lê ne gorên nû hatin çêkirin. Aqûbeta cenazeyên 9 gerîlayên PKK2ê jî nayê zanîn.
Ew bi kepçeyan avêtin çalan
Yek ji xelkê gund Halîl Karaçali yê di dema veşartina cenazeyan de li gund dima û cihê gora komî ya di wê demê de cenaze lê hatin veşartin dizanîbû, di destpêka salên 2000'î de ji ber zor û zehmetiyên aboriyê ji gund koç kir. Karaçali yê 23 salan dûrî gundê xwe ma, dema vegeriya gund bû şahid ku li qada ku gor lê ne gorên nû hatine çêkirin. Karaçali, da zanîn ku cenazeyên gerîlayan ên di salên 1995-1996’an de di şer de şehîd bûn, ji aliyê leşkeran ve li gora komî hatine veşartin û wiha got: “Bi kepçeyan cenaze diavêtin wan çalên vekirî.”
Gor li ser goran çêkirin
Karaçali, anî ziman ku gundiyan dora goran birîket kirin û wiha berdewam kir: “Li qada gorên nû lê hatine çêkirin 9 cenaze hebûn. Li ser van goran çêkirine lê di kolanê de qet rastî hestiyên wan nehatin?” Karaçali, anî ziman ku ji ber birîketên li dora goran danîbûn ne li cihê xwe ne, nekariye cihê goran diyar bike û qadeke nava goristanê nîşan da û got “dibe ku her 9 cenaze li vir bin.”
Karaçali, diyar kir ku haya kesên gorên nû çêkirine ji gora komî nînin û got:“Tu pîlan û projeya gora komî nîne. Me bi salan hewl da bi birîketan biparêzin.” Karaçali, di serî de rêxistinên mafên mirovan bang li hemû saziyên rayedar kir û xwest ku aqûbeta gora komî bê eşkerekirin.