- Kovara “Golik” ya qerf û henekan, ev demek dirêj bû navber dabû weşana xwe.
Kovara “Golik” ya qerf û henekan, ev demek dirêj bû navber dabû weşana xwe. Golik bi kadro û xêzkarên nû, dîsa xwe berdide meydanê. Kovara “Golik” cara ewil sala 2012’an bi pêşengiya girtiyên azadiyê hatibû çapkirin. Kovarê ragihand ku piştî 1’ê Tebaxê (îro) dê bi hejmara xwe ya 19/1 ango “Tebax-Îlon-Cotmehê” li ber destên xwîneran be.
Di vê hejmarê de gelek xêzên xêzkarên zindanî ango dîlan jî hene. Kovar bi dirûşmeya “serê malê kovarek, di her malê de golikek” dest bi weşanê dike, bergê vê hejmarê “yekîtî” kesk û sor ûz er xemilandiye.
NAVENDA NÛÇEYAN