Giliyê sansurê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Çile 2021 - 00:50

Şêwekar Ali Zulfikar beriya bi du salan, Mijdara 2018´an pêşangehek li bajarê Elmanyayê Linz am Rheinê vekir. Hingê şaredarê Linz am Rheinê Hans Georg Faust berhema wî ya bi navê “Made in Turkey” sansur kiribû. Şaredar îdîa kiribû, wî nexwestiye Kurd û alîgirên AKP´ê bên hemberî hev. Axir wî berhema ku serokê AKP´ê Tayyip Erdogan rexne dike sansur kiribû. Hunermend jî berhema xwe berê wê li dîwêr û bi nivîsa ev berhem hatiye sansurkirin, li cihê pêşangehê daliqandibû. Li cihê pêşangehê xelkê nerazîbûna xwe ji sansurê nîşan dabû û helwêsta hunermend jî kiribû ku sansura li dijî vî berhemî betal bibe. 

Doz vebû

Hunermend Alî Zulfikar ji me re got, piştî bûyerê wî berê xwe dayê, ka ti doz û dawên dişibin a wî hene yan na. Lê wî zêde nimûne nedîtibûn. Axir wî bi rêya parêzerê xwe Dr. Hofmann ji bo doz li şaredar vebe, miracaetê dadgehê kir û hîna nû 16´ê mehê doza wî hat qebûlkirin. Doz bi sedema “êrişa li dijî azadiya huner û fikr” a di destûra Elmanyayê (Xala 5´an benda 3´yan) hat vekirin. Giliyê şaredar hatiye kirin ku ji bo vê êrişê wezîfeya xwe xirab bi kar aniye. 

Şaredar gef xwaribûn

Alî Zulfikar bi bîr dixe ku di pêşangehê de gava xelkê xwest berhemê sansûrkirî bibînin, şaredar gef li wî xwariye û gotiye, “tu berê rast ê berhemê nîşan bidî, tê vir biterikînî”.

Alî Zulfikar dibêje, piştî hingê şexsî şaredar telefonî wî kiriye û jê xwestiye, lê negire. Lê bi ya wî, divê şaredar bi awayekî li raya giştî vekirî, doza lêborîna xwe ji ber sansurê bike. 

Alî Zulfikar wekî din dibêje, sansurê ew gelekî êşandiye û nabe ku siyasetvan dest werdin azadiya huner û îfadeyê: “Siyasetvan her diçe bêhtir dest werdidin hunermendan, êdî azadiya huner tê minaqeşekirin. Ji ber vê min ev doz vekir.”

Doz li Dadgeha Îdarî ya Koblenzê ye. Alî Zulfikar dibêje, ew ê ji doza xwe venegere. Aliyê şaredar li ber dozê rabûye. Sê sedemên israra Alî Zulfikar a di dozê de jî ev in: Karê wî hat sansurkirin; şaredar gef xwarin li kesên di vekirina pêşangehê de; danezana pêşangehê û rojnamevan hatin astengkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.