Gelo Rûsyayê 200 çete kuştin?

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 21 Nîsan 2021 - 02:11

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li nêzî bajarê Tedmurê (Palmîra) ya li naverasta Sûriyê, baregeha perwerdekirina terorîstan hilweşandiye, û di encamê de herî kêm 200 çete kuştine.

Cîgirê Gerînendeyê Navenda Himêmîm a Lihevhatina aliyên bi nakok ên li Sûriyê û ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Alexander Karpov li ser mijarê daxuyanî da û got, “Li gorî agahiyan, çekdaran li bakurê rojhilatê Tedmûrê baregeheke veşartî ava kiriye û komên şerker ava kirine da ku wan bişînin herêmên cuda yên li welat ji bo ku operasyonên terorê bikin, li gel vê bombeyên destan lê dihatin çêkirin.”

Rusyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bakurrojhilatê bajarê Palmirayê, li dijî kampekê êrişeke hewayî ya berfireh hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, li herêma navbirî çete hebûn û ji bo li Sûriyeyê di êrişan de bi kar bîne, teqemenî amade dikirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama êrişê de qederê 200 çeteyî hatine kuştin, 24 pîkapên bi çekên giran, hatine dagirtin, 500 kîlo cebilxane û madeyên teqemeniyê jî hatine îmhakirin.

Li gorî artêşa Rus, ‘pêkhateyên çekdar ên neqanûnî’ beriya hilbijartinên serokdewletiyê yên 26’ê Gulanê dixwestin li dijî avahiyên cemaweriyê êrişan bikin û bi vî rengî welat ‘nearam’ bikin.

ŞAM
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.