Parlamentera Spanyayê, Marta Rosique got, ew ê biryara Parlamena Katalan a naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bibin Parlamena Spanyayê jî. Marta Rosiquê got, “Mînakên weke Rojava, alternatîfên li dijî kapîtalîzmê yên dikarin pêk bên, nîşanî me didin. Ev jî hêviyê dide me."

Parlamena Katalonyayê di salvegera rizgarkirina Reqayê ya ji DAIŞ'ê de rûniştineke taybet kir û bi dengên pirraniyeke zêde, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermî nas kir.  

Parlamentera Partiya Çep a Komarxwaz ji bo Katalanyayê û Endama Meclîsa Nûneran a Spanyayê, Marta Rosique got, "Ji bo biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konsensûs pêk hat ku pêşî biçe parlamena Spanyayê û piştre parlamenên Ewrûpayê."

Marta Rosiquê li ser sedemên vê konsensusê jî dibêje, “Em fikirîn ku êdî wekî kirdeyên siyasî, wext e ku em hevdu nas bikin. Em derbarê bandorên şer de bi guman in û naskirina Rêveberiya Xweser dê bibe gaveke di navbera herdu aliyan de."
 
Rojava hêviyê dide wan 

Marta Rosiquê anî ziman ku rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ya Spanyayê cuda ye, lê belê herdu aliyan jî têkoşîna civakî û neteweyî kiriye: “Ev yek me bêhtir nêzî hev dike. Katalan jî ji ber vê di nava şerê li Rojava bûn. Mînakên weke Rojava alternatîfên li dijî kapîtalîzmê yên dikarin pêk bên, nîşanî me didin. Ev jî hêviyê dide me."

Marta Rosiquê da zanîn ku ew ê wekî parlamentereke Parlamena Spanyayê, pêşniyazbiryara naskirina Rêveberiya Xweser bibe Parlamena Spanyayê jî: "Partiyên hikûmeta Spanyayê ava kirin, li Katalonyayê bi awayekî erênî deng bi kar anîn û em hêvî dikin, ew ê bi heman rengî dengê xwe bi kar bînin."

JINNEWS/BARCELONA