- Gelo Îtalya wê karibe siyaseteke nû beramberî Tirkiyeyê bi pêş bixe ku tê de demokrasî û mafê mirovan ji berjewendiyên demkî û ji şantaja dewleta Tirk xurttir be. Bi ya nivîskar û endamê Konseya Weqfa Koleja Parastinê ya NATO'yê yê Îtalî Giuseppe Morabito ev mumkin e.
Endamê Konseya Weqfa Koleja Parastinê ya NATO'yê yê Îtalî Giuseppe Morabito bi sernavê "Dîktator û helîkopter. Gelo Îtalya hişyar dibe?" meqaleyek ji Valtellinanews re nivîsand. Ev meqaleya generalê Îtalî bi serê xwe li encamên axaftina serokwezîrê Îtalî Draghi dinihêre. Em ê berê xwe bêhtir bidin agahiyên di meqaleyê de û nirxandina dibêje, ji bo berjewendiyên piçûk nabe ku nirxên bên qurbanîkirin.
Nivîskar bi bîr dixe ku piştî gotinên serokwezîrê Îtalyayê Draghi yên ku pê Erdogan weke dîktator bi nav dikir, dewleta Tirk weke gava pêşî ya bersivê, peymanên bazirganiyê yên bi Îtalyayê re betal kirine.
Nirxên demokrasiyê divê li pêş bin
Li gorî meqaleyê, ji bo van gotinên serokwezîr Draghi berdêla pêşî şirketa Leonardo ya teknolojiya eskerî ya Îtalyayê daye. belkî neyê bîra her kesî, lê ew helîkopterên "Atak" ên tirk esas bi teknolojiya Îtalî û nexasim jî bi motorên îtalî difikirin. Erê Leonardo wan çêdike. Leonardo şirkete wisa ye ku li Îtalyayê di bin kontrola dewletê de ye.
Hikûmeta Enqerê serê pêşî kirrîna 10 helîkopetrên tîpa AW169 bi buhayê 70 milyon euroyî rawestandiye.
Nivîskar gelek kirinên dewleta Tirk ên êriskar ji Lîbya, Sûrî, ermenistanê heta bi Başûrê Kurdistanê bi bîr dixe û dibêje, rast e ku betalkirina peymanan wê zirarê bike li şirketa Leonard, lê divê em nirxên demokrasiyê û berjewendiyên berfireh ên Ewrûpayê li ber çavan bigirin.
Bi ya nivîskar sedema zextên li ser Ewrûpayê ya sereke şantaja bi penaberan e ku armanca wan xwe gihandina Elmanyayê ye. Wekî din jî li Elmanyayê piştî Elmanan nifûsa herî mezin a Tirkan e û ev jî tesîrê li siyaseta Elman beramberî dewleta Tirk dike. Bi ya wî weke welatê lîder ê YE'yê ev helwêsta şikestî ya Elmanyayê beramberî dewleta Tirk rê li ber siyaseta sikestî ya YE'yê beramberî Tirkiyeyê vedike.
NATO divê ji nû ve bi awayekî stratejîk bihizire
Nivîskar pêşniyaz dike ku wezîrê parastinê, di serdema pandemiyê de zehmet jî be, bi sîlehên nû yên ji şirketa Leonard bikire, tesîrên gavên Erdogan ên li dijî Îtalyayê bişkîne.
Bi ya wî divê perspektîfa demokratîk a li Derya Spî di her bermaberbûna bi Tirkiyeyê re li pêş bê girtin. Ew qirkeriya dewleta Tirk a berê li dijî Ermeniyan û ya îro li dijî Kurdan jî bi bîr dixe û îşaret bi rola NATO'yê dike. bi ya wî divê hizirîneke nû ya stratejîk li ser baskê Başûr ê NATO'yê bê kirin. Meqale ya generalê Îtalî Giuseppe Morabito û endamê Konseya Weqfa Koleja Parastinê ya NATO'yê wiha bi dawî dibe: Îtalya hişyar bû.... Em ê bibînin.
NAVENDA NÛÇEYAN