Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir derbarê êrişa ser bi Hewlêrê de daxuyaniyek da û got; “Dibe ku êrişa li dijî Hewlêrê û êrişên dewleta Tirk yên li dijî Şengalê, ji bo rêgirtina serdana papayê Vatîkan ya ji bo Iraqê bin.”
Muqteda Sedir peyama xwe li ser twîterê belav kir. Sedir got, dibe ku êrişa li ser Hewlêrê û bûyerên li Şengalê, ji bo astengkirina serdana Papa be ku Vatîkan ji bo Iraqê amade dike. Muqteda Sedir di heman demê de got ku egerek din jî heye, di be ku ev bûyer ji bo hilweşandina hilbijartinên pêşwext yên Iraqê jî bin. Sedir li ser destwerdana Şengalê jî hişyar kir: “Divê Hikumet baldar be û parastinê bike.”
Çav li rê ye ku Papa 5’ê Adara 2021’an biçe serdana Iraqê. Papa wê destpêkê biçe Necefê û bi rêberê olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî re bicive.
Piştî civînê tê payîn Papa 7’ê Adarê biçe Herêma Başûrê Kurdistanê jî.
BEXDA