Li bajarê Swîsreyê Baselê Kurd û dostên wan li Dreirosenparkê civiyan. Wan li bajarê Bellinzona jî meşeke bi meşale ya Newrozê li dar xist. Endamê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya Swîsreyê Dr. Beppe Savary got, “Heta ku azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan misoger bibe, em ê weke dostên gelê Kurd têkoşîna xwe dewam bikin.” Serokê Komeleyaji nû ve Avakirina Kobanê, şêwirmendê Parlamena Neteweyî ya Swîsreyê, onkolog Franco Cavalli jî got, “Tevî zilma dagirkeran, bi ruhê berxwedanê yê Newrozê, gelê kurd wê bi ser keve.”
BASEL