- Li Elmanyayê hevkarên hikûmetê li ser qanûnekê gotûbêj dikin, li gorî vê qanûnê şirketên li derveyî welat heke mafê mirovan binpê bikin, wê ceza li wan were birrîn
Li Elmanyayê pêşnûmayeke qanûnê hat ber parlamenê, û li gorî wê cezayê giran ê pereyan were birrîn li wan şirketên li derveyî welat mafê mirovan binpê bikin.
Li Elmanyayê hevkarên hikûmetê li ser qanûnekê gotûbêj dikin, li gorî vê qanûnê şirketên li derveyî welat heke mafê mirovan binpê bikin, wê ceza li wan were birrîn. Pêşnûmaya ku tê diyarkirin, di navbera Wezîrê Xebatê yê ji Partiya Demokratên Sosyal (SPD) Hubertus Heil û Wezîrê Aboriyê yê ji Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Peter Atmeier de bûye sedema lihevnekirinê, cezayê giran wê ji bo wan şirketan bîne ku mafê mirovan li derveyê Elmanyayê binpê dikin.
Li gorî qanûnê şirketên ku ji hezarî zêdetir kesan dixebitînin, divê li ser mafê mirovan, xwe bidin ber berpirsyariyeke domdar. Li gorî pêşnûmayê, ew şirketên ku rasterast yan jî bi taşeronan mafê mirovan binpê dikin, dibe ku ji 100 hezarî heta bi 800 hezar Euroyî cezayê pere li wan bê birrîn.
Ji bo wan şirketan ku cîroya wan a salê di ser 400 milyon Euroyî re ye, ji sedî 2'yê cîroya wan ango 8 milyon Euro ceza wê li wan karibe were birrîn.
Li gorî pêşnûmayê, qanûn wê piştî 1'ê Çileyê 2023'yan ji bo şirketên ku bêhtirî 3 heyar xebatkarên dixebitînin lê be, sala 2024'an jî wê ji bo şirketên ku bêhtirî hezar xebatkarî dixebitînin lê be.
BERLÎN