Piştî êrişên dagirkeriyê yên 4 rojan li ser hev, derket holê ku dewleta Tirk li Garê esker, polês û îstîxbaratvanên xwe yên êsîr kuştine. Dewleta Tirk bi wezaretên xwe pêr îdîda kir ku gerîlayan ew êsîr kuştine, lê HPG´ê da zanîn ku dewleta Tirk di êrişa xwe ya pêşî de şikest xwariye. Piştî wê jî bê navber gelek caran cihê êsîrên şer lê bombe kiriye û hinek ji wan kuştine.
Li ser îdîaya dewleta Tirk, wezareta karên derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) daxuyaniyek da û zimanekî ecêb bi kar anî: Heger bi rastî êsîr bi destê PKK´ê hatibin kuştin, em vê bi tundî şermezar dikin.
Van gotinan jî nîşan dida ku hevgirê herî xurt ê dewleta Tirk, yanî DYE jê bawer nake. Ev yek li ser dilê serokomarê dewleta Tirk Tayyip Erdogan veguherî kuleke reş. Bi wî rengî ku wî doh di axaftina xwe de weke hêçan êrişî her derî kir. Wî hema hema Kurd hemû dijmin nîşan dan û sonda tolhildanê xwar. Wî DYE jî ji ber daxuyaniya navbirî gunehbar kir û got, heta ku ew destekê dide YPG´ê ew ê di nava NATO´yê de jî nikaribin bibin hevkar.
Vê kula reş kir ku dewleta Tirk doh jî herî kêm sê caran Garê bombe bike.Devera Xêrê ya navçeya Akrê ya herêma Garê 3 caran bi balafirên şer ên dewleta Tirk hate bombekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN