Di 3 rojan de 3 caran çekên kîmyewî
În 30 Nîsan 2021 - 05:36
Berdevkê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa doh diyar kir ku di nava 3 rojên bihurî de, dewleta Tirk 3 caran çekên kîmyewî li Herêma Kurdistanê bi kar anîne.
Berdevkê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa ji rojnameya Brîtanî Morning Star re axivî.
Zagors Hîwa got, di nava 3 rojên bihurî de, artêşa Tirk 3 caran çekên kîmyewî li herêma Amêdiyê, Mamreş û Avaşînê bi kar anîne.
Zagros da zanîn ku ji ber bombebarana dewleta Tirk ya li ser herêmê, elektrîka 76 gundên li herêma Amêdiyê qût bûye û ziyaneke mezin gihiştiye daristanan.
LONDON