Rojnamevan Erdogan Altan li herêmê êrişên dewleta Tirk ên li ser ser qada Metîna, Zap û Avaşînê ya bi qasî 100 kilometir berfireh ji nêz ve dişopîne û dibêje; çekdarên dewleta Tirk ên di nava 6 rojan de tenê 8 kîlometreyan pêşde çûne, çeteyên xwe yên destbirak ên li Sûrî di hewara wan de çûne.

Altan ji bo êrişên çekdarên dewleta Tirk ên 23’yê Nîsanê destpê kirin destnîşan dike ku bi giranî bi teknîkê êriş dikin û çekdarên artêşa Tirk nikarin di erdê re bi gerîlayan re şer bikin.

Altan qala helîkoptera Artêşa Tirk a li herêma Bedewê ya Qela Zapê dike û radigihîne ku HPGʼê jî ji ezmên ve li baregeha tirkan a li Behdînanê daye û 4 çekdarên Tirk hatine kuştin.

Li ser armanca êrişên çekdarên Tirk Altan dibêje, dewleta Tirk dixwaze seranserî sînorê 100 kîlometreyan dagir bike û li van qadan nuqteyên xwe deyne. Jixwe dewleta Tirk li van herêman heta niha 40 baregeh ava kirine. Altan bi hin pêşmergeyan re jî hevdîtin kiriye û wan jî piştrast kiriye ku dewleta Tirk dixwaze li herêmeke 100 kîlometir serweriya xwe ava bike.
Altan di analîza xwe de agahiyan jî dide û dibêje, artêşa Tirk di şer de gelek kuştiyên xwe hene û van kuştiyên xwe vedişêrin. Lê hin çavkaniyên xwecihî qala 70 kuştiyên li nexweşxaneyan dike. Dîsa heta niha 5 helîkopterên artêşa Tirk derb xwarine.
Li gorî gotinekê jî 9 eskerên di roja ewil a şer de wenda bibûn, artêşa Tirk ew bombarduman kirine.

Çete birine Başûr

Artêşa Tirk a di êrişa li Garê de şikest xwar û neçar vekişiya û niha di vê êrişê de jî asê maye, çeteyên birine Geliyê Zaxoyê û ji aliyê SADATʼê ve têne perwerdekirin û mehê 3 hezar dolar didin wan, diajon herêmên lê nikarin gav biavêjin. SADATʼê baregeha xwe ya yekê cara ewil sala 2017ʼan li bajarê Dihokê ya Kurdistana Federe ava kir.

Li gorî hin jêderan; dewleta Tirk di Çileya 2021’ê de, ji 3 hezarî zêdetir çeteyên ji Sûrî, Iraq, Afganîstan, Azerbaycan û Çeçenîstanê, ji bo ku li dijî PKK’ê şer bikin, li baregehên Kanîmasiyê, Amediyê, Bamernê, Qesrê û Sîdekanê bi cih kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN