Bi serdegirtina mal û komeleyên Kurdistaniyan Adara bihurî li bajarên Freansayê Parîs Marsîlya û Draguignanê, kirina nezaretê ya 13 kesan û hîna ragirtina 7’an ji wan bi sûcdariyên delweta Fransayê yên terorîzmê... Kolêktîfa Piştigiriya bi Miletê Kurd re ya Montpellierê ev kirinên Fransayê rûreş kirin û piştgiriya xwe bi miletê Kurd re dugêsinî kir. Kolektîfê wekî din got, Walitiya Montpellierê jî bi rêbazên neqanûnî zextan li wan Kurdistaniyan dike yên ku doza welatîbûna Fransayê dikin.  

Kolektîfê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku gava li Fransayê li dijî Kurdan ev zext hatine kirin, dewleta Tirk jî di heman demê de êrişên xwe yên qirkirina siyasî li dijî HDP’ê zêde kirine. Berdevka kolektîfê Delphine Petit di daxuyaniya kolektîfê de got, “Qederê 2 hezar Kurdan li Montpellierê hene, ew hîna neketine ber pêla girtinê. Em di asta neteweyî de dixwazin ku çalakgerên Kurd ên li Fransayê rehet bên berdan, ew li dijî terorîzmê têdikoşin, xwediyê projeyeke demokratîk in.”

Kolektîfê xwest Fransa û Yekîtiya Ewrûpayê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxin û herçî nijadperestên Tirk û Gurên Bozên jî, kolektîfê xwest ev rêxistinên faşîst bi rastî bên cezakirin.

Kolektîfê di daxuyaniya xwe de daxwazên xwe û piştgiriya xwe wiha dewam kir: “Divê çalakgerên Kurd ên li welatê me karê xwe pasîfîk dikin, werin serbestkirin. Nabe ku em li Fransayê karên qirêj ên Erdogan bikin! Pratîkên neqanûnî yên Walîtiya Montpellierê rawestînin, ew zextan li welatiyên Kurd dike yên ku doza welatîbûna Fransayê dikin.”

MONTPELLIER