Kurdistaniyan helwêsta Fransayê ya girtina Kurdan û krîmînalîzekirina wan li Marsîlyayê protesto kir.

Fransayê piştî hevdîtina Macron bi Erdogan re zextên xwe li dijî civaka Kurd û rêxistinên ji nû ve dan destpêkirin. Polêsên wê pêr bi ser NCDK´a Marsîlya û gelek malên welatparêzên Kurdli Marsîlya, Draguignan û Parîsê de girt û 13 kes jî kirin nezaretê. Di serdegirtinan de derî û camên komleya Marsîlya û malan hatin şikandin, û rêbaza kirina nezaretê jî faşîzan bû.

Kurdistaniyan û dostên wan ji bo rûreşkirina van êrişan, doh li meydana Canebiere civiyan ji bo ku meşekê li dar bixin. OPolêsê Fransî destûr neda meşê. Li ser vê Kurdistaniyan bi mîtîngekê hem êriş û hem jî helwêsta polêsan rûreş kir. Di mîtîngê de pankart û dovîzên li ser wan nivîsandî "Mirovahî deyndarê Kurdan e",  "Fransa alîkariya lîderê DAIŞ´ê dike", "Hûn nikarin me bi girtin û kuştinê xilas bikin" hatin hilgirtin.
Hat zanîn ku 13 kesên xistine nezaretê birine Parîsê.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) li ser êrişên polêsan daxuyaniyek da û got, serokkomarê Fransa Macron, hewl dide têkiliyên xwe bi serokkomarê Tirk Erdogan re li zirara Kurdan baş bike. PCF´ê zexta rayedarên Fransî, girtina Kurditaniyan bi tundî şermezar kir û got, ew ê li cem gelê Kurd cihê xwe bigirin.

MARSÎLYA