• Li gundê Semqûlû yê navçeya Karakopruyê yê Rihayê, berhevkirina fistiq dest pê kir.

Li gundê Semqûlû yê navçeya Karakopruyê ya Rihayê, berhevkirina fistiqên darên ku hat diyarkirin 600 salî ne dest pê kir. Van darên mezin ku li herêmê kêm têne dîtin, di navbera 2 metre û 70 santîm û 3 metre û nîvan de stûr in û bi qasî 18 metreyan bilind dibin. Her darekê salê 150 kîloyan dide. Hilberînerê fistiqan Enver Çoban, diyar kir ku temenê darên li gundê wan di navbera 200  û 600 salan de ne.
Çoban, da zanîn ku her dareke 600 salî 150 kîlo fistiq dide û ev got: “Şuxla dara fiştiqê weke darên din bi lez nîne û dereng mezin dibe. Yek ji sedema vê jî ziwabûna avhewayê ye. Heke av hebûna, darê bi lez mezintir bûna. Darên 200 salî jî hene. Ji ber ku berê fistiq nehatibûye zanîn, darên wan ji bo êzingên zivistanê hatine birîn. MA/RIHA