Filmek û dîmenek

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Nîsan 2021 - 02:37

Film: Malava Analog

Derhêner: Hîwa Amînnejad

Ev sînema nexweşiyeke bê eman e! Bi kî ve bizeliqe dev jê bernade û ew bi sêhra xwe mirovan di bin bandora xwe de dihêle. Kak Saîd jî bi kameraya xwe ya analog ji vê nexweşiyê para xwe têr girtiye. Piştî vê nexweşiyê ne şev jê re maye û ne jî roj. Jiyan lê herimiye! Ew bê kamera nikare bijî û sekn û tebat pê nakeve. Kak Saîd ewqas bi vê nexweşiyê ketiye ku ew dixwaze li camiyê filmekê nîşan bide û ji bo vê yekê gundiyan vedixwîne nîşandana filmê, lê ev daxwaza wî naçe serî û dawiyeke tahmsar li benda wî ye.

Li gundekî dûr yê Rojhilatê Kurdistanê kameraya Kak Saîd dibe çavê Kurdistanê. Çi dikeve ber kameraya wî ew digire û arşîv dike. Xweza, mirov, jiyana gundiyan û kesên temen dirêj yên ku li gundê wî ne. Li mala wî lodek bandên dîmenên ku wî ew girtine, hene û van bandan bi saya kurê xwe Dîyako diparêze. 

Malava Analog, rêzgirtineke ji bo hêz û hezkirina li gel sînemayê. Kak Saîd wek Dzîga Vertov ê Rûsî, dibe mirovekî bi kamera û di rêçika Sîne-Çav a Vertov de dimeşe. Rastî çi be wê digire û dixwaze nîşanê me bide. 

Film: 1001 Sêv

Derhêner: Taha Karîmî

Çend mirovên ku di gorên komî de nemirine û ji nû ve zîl dane, bi me re diaxivin. Bibîranîn û serpêhatiyên xwe yên dojehî dirijînin ber  mirovahiyê. Ji mirinê mezintir û ji Enfalan bi hêztir in ew. Li rûyê me dinihêrin, li rûyê dinyayê dinihêrin û dixwazin dengê dilê dinyayê bibîhizin. Ji lew re di dilê wan de 1001 birîn û çîrok hene. Di dilê wan de Enfalên xedar hene ku kêlên goran qet têra wan nakin. Lê çi ecêb e dîsa jî ew sêvên mîxekrêj bi riya çemê Dîcle dişînin Bexdayê. Li gel ewqas qirkirin û enfalan, ew aştiyê dixwazin. Dilê wan ji gorên komî mezintir e, hêviyên wan ji zilma zordaran bilindtir in. 

Gelo çend sêvên mîxekrêj têra yên çûyî dikin? Enfal bi çend sêvên mîxekrêj tê jibîrkirin yan jî dermankirin? Me ne hewce ye hûn darên sêvan bixeritînin!? Ma ne hewce ye hûn darên dinyayê hemûyan biweşînin!?

Gelo çend sêvên mîxekrêj têra aştiya cîhanê dikin? Kêngî Kurd û dinya wê li hev werin?

Heger hûn li şûna Kurdan bûna, we yê çi bikira gelo?

AMADEKAR: ARDÎN DÎREN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.