Filmê Dartaş li Oscarê Kurdistanê temsîl dike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 4 Adar 2023 - 05:52

  • Filmê “Dartaş” (Carpenter) belgefilmeke kurt a 14 deqîqe ye. Bi pevxistineke baş û sînematografiyeke tekûz hatiye hûnandin. Belgefilm beriya hefteyekê li Emerîkayê di “Festîvala Big Sky a Belgefilman” de xelata filmê herî baş wergirt û yekem car e ku filmek li ser navê Kurdistanê li festîvalekê tê qebûlkirin.

ARDÎN DÎREN

 

Dema mirov filmekî dişîne ji festîvalan re di formên miracaetê de vebijêrka welatan heye. Dema Kurd filmekî çêdikin û dişînin festîvalan mecbûr dimînin film li ser navê Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye bişînin festîvalan. Her wiha sînemavanên Kurd ên li dîasporayê jî li ser navên welatên din ên biyanî miracaetî festîvalên filman dibkin û filmên Kurdî li ser navê wan welatan beşdarî festîvalan dibin. Her çiqas naverok û babetên sereke Kurd û Kurdî bin jî film ne Kurdistan, lê welatên ku Kurdistan parçe kirine û desthilat in, temsîl dikin. Jixwe, gelek caran Kurdên ku tevlî van festîvalan bûne jî weke Tirk, Faris û Ereb hatine dîtin û xelkên biyanî bi vî awayî behsa Kurdan kiriye. Di warê sînemaya Kurdî de yek ji pirsgirêkên herî mezin ku dilê mirovî diêşîne, bêguman ev rastî ye. Ev yek jî îşaret bi tinebûna welatekî dike û heta statuyek ji Kurdistanê re çênebe dê ev pirsgirêk neyê çareserkirin jî.

Beriya bi çend rojan, hevalê min Zanyar Muhammadîneko yê li Rojhilatê Kurdistanê, telefonî min kir û got, “Mizgîniya min li te. Vê carê me navê Kurdistanê bi wan da qebûlkirin û filmê me li ser navê Kurdistanê li festîvalê qebûl kirin. Her wiha di beşa belgefilmên kurt de jî me li festîvaleke Emerîkî xelata herî baş wergirt û belgefilma me dê di festîvala Oscarê de were nîşandan.” 

Bi rastî jî xebereke xweş bû û vê xeberê kêfa min jî anî. Zanyar tevî çend hevalên xwe ev bi qasî sê salan e rêxistineke bi navê “Rêtaw” (Rêtaw Film Distribution) ya ku filmên Kurdî li festîvalan belav dike, ava kiriye. Di demeke ewqas kurt de bi derfetên kêm, gelek filmên Kurdî dişînîn festîvalên Kurdî û yên dinyayê. Ji lewma jî ev ji bo wan serketinek bû û ew bi vî awayî gihîştin armanca xwe. Berê jî li ser nebûna vebijêrka Kurdistanê ya di formên festîvalan de em bi Zanyar re dûr û dirêj axivîbûn û wî ji min re gotibû, teqez ez ê rojekê filmekî Kurdî li ser navê Kurdistanê bi festîvalekê bidim qebûlkirin. Çi bêjim, axir va ye camêr xeyala xwe pêk anî û mizgîniya xêrê da min jî. 

Bû belgefilma herî baş

Filmê ku em behsa wî dikin û li festîvala Big Sky ya Emerîka di beşa belgefilmên kurt de xelata filmê herî baş girtiye, filmê bi navê “Dartaş” ê derhêner Xelîl Şregerd (Khalil Shragard) e. Xelîl Şregerd ku bi karê wênegiriyê re mijûl e, yekem car e xwe daye ber filmekî û belgefilmek çêkiriye. Filmê wî li ser navê Kurdistanê hatiye qebûlkirin. Derhêner kurdekî ji Rojhilat e û dîmenên belgefilma xwe jî li Rojhilat girtine. Li Emerîkayê hin festîval hene dema ku filmên derhêneran li wir xelata herî baş bigirin, film di heman demê de mafê çûyîna Festîvala Oscarê jî bi dest dixin û li wir tên nîşandan. Festîvala Big Sky ya Belgefilman jî yek ji wan festîvalan e ku filmên baş dineqîne û dişîne ji bo Oscarê. Belgefilma “Dartaş” ku 14 deqîqe ye û di sala 2023’yan de hatiye çêkirin dê li Oscarê were nîşandan û Kurdistanê temsîl bike. Dartaş filmekî kin e lê tesîra wê gelek dirêj e.

 

Ji seqetan re lingên darî çêdike

Karakterê sereke yê belgefilmê Husên Mehmûd e. Husên li bajarokekî piçûk dimîne û debara xwe bi hunerê xwe yê traşkirina daran dike. Yanî ew hosteyê çêkirina gopal û tiştên darîn e. Husên ji darên ku dibirre, gopal, destiyên bivir û tiştên bi vî rengî çêdike. Lê ew li gel vî karî, karekî dîtir jî dike. Yanî ji darên ku dibirre lingên darî jî çêdike. Li Rojhilat gelek kesan, ji ber ku pê li mayînan kirine, lingekî xwe yam jî herdu ji dest dane. Husên ê “Dartaş” jî ji bo van mexdûrên mayinan lingên darî çêdike. Kesên ku lingan jê dixwazin tên gel wî û ew jî lingên wan dipîve da ku li gorî lingên wan tiştekî tekûz çêke. Piştî ew karê pîvanê temam dike, bivirê xwe dide pişta xwe û berê xwe dide çiyayan da ku pêdiviya kesên hatine cem wî, bi cih bîne. Dîmenên wî yên li nava xwezaya çiyayî ya Rojhilatê Kurdistanê û rêwîtiya wî ya li çiyayan bi sînematografiyeke baş hatiye hûnandin. 

Ji bo vî karê be hêsan, gelek caran bêhna xwe vedide, çaya xwe li ser agirî çêdike û titûna xwe ya qaçak dipêçe. Piştî bêhnvedanekê, darên ku dibirre li milê xwe dike û tîne kargeha xwe ya piçûk. Bi rojan li ser darên ku birrîne û anîne mala xwe, dixebite heta ku lingekî tekûz ji van daran derdixe holê. Ew bi van darên ku diqeşêre, di heman demê de xemên xwe jî ji bîr dike û kêfa kesên ku lingên wan tine, tîne. 

 

Ji xwezayê distîne û li xwezayê vedigerîne

Lê Husên hin rojan jî bê bivir diçe daristanan. Dema ew bê bivir diçe, mirov dibêje qey ji bo gerê diçe daristanan, lê di dawiya filmî de em dibînin ku çûyina wî ne beredayî ye û tenê ne ji bo ger û geştê ye. Husên ji darberûyan hebên berûyan jê dike û wan yek bi yek di bin axê de diçîne. Yanî ew bi vî awayî cihê wan darên ku ji bo lingan dibirre, tije dike û xwezayê talan nake. Dema vî karî dike çûk, bûm û sihorên li xwezayê lê temaşe dikin. Çawa ku ew û Husên ji mêj ve hevalên hev du bin û bi salan vî karî bikin. Husên bîr dibe ku siberojê xweza û dar ji bo mirovahiyê lazim in. Ev surprîzeke xweş a dawiya filmî ye, lê  piştî vê surprîzê em tiştekî balkêştir dibînin. Husên jî weke wan kesên ku ji wan re lingan çêdike, seqet e! Yanî lingekî wî jî ji daran hatiye çêkirin û wisa diyar e ku wî bi xwe ev lingê darî ji bo xwe çêkiriye. Ji destpêka filmî heya dawiyê jî em tê dernaxin ku ew xwedî lingekî darîn e, tenê di dawiya filmî de piştî bêhnvedanekê dema Husên li bin darberûyekê rûdine, em dibînin ku lingekî wî jî tine ye.

Serketina filmî hinekî jî ev pevxistina baş e ku ji serê filmî heta dawiyê nahêle temaşevan tê derxin ku Husên seqet e û lingekî wî tine ye.

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.