Şanoya Bajêr a Amedê haziriya festîvala şanoyê ya 8’an dike. Şanoya Bajêr ya Amedê bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” ku malikek ji helbesta Arjen Arî ye, dê di navbera 20 û 30’ê Cotmeha 2022’an de festîvala şanoyê li dar bixe.
Di festîvalê de dê gelek şanoyên Kurdî werin lîstin û her wiha ji çar parçeyên Kurdistanê şanoger bi lîstikên xwe beşdarî festîvalê bibin.
Li gel lîstiken şanoyê di heman demê de dê semîner jî werin lidarxistin. Derhênerê şanoyê Qutbettîn Sadiqî dê bi navê “Giringiya şano û şanonameya Kurdî” semînerekê bide. Her wiha derhêner Berfîn Zenderlîoglu jî dê “Kargeha Derhêneriyê” bi rê ve bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN