Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 12 Mijdar 2022 - 05:33

Di encama Festîvala Şano ya Kerkûkê de komên ku tevlî festîvalê bûn, bi merasîmekê xelatên xwe wergirtin.

Di 5’ê Mijdarê de Festîvala Şano ya Kerkûkê ya 3´yan dest pê kir û doh na pêr êvarî bi dawî bû. Di festîvalê de 20 şano hatin nîşandan, ji vana 11 şano li ser cadeyan hatin nîşandan.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji başûrê Iraqê gelek komên şanoyê tevlî festîvalê bûn. Festîvala Şanoyî ya Kerkûkê xelatên komên ku beşdarî festîvalê bûyîn dan û piştre xelatên şanoyên herî baş jî dan serketiyan.

Xelata şanogerê dema pêş, diyarî Berhem Ehmed hat kirin û li pey wê xelata aktirîsta herî baş bi şanoya ‘Bûka Lekê’ diyarî Pelda Bal hat kirin. Her wiha bi şanoya ‘Şewkiwêr’ xelata aktorê herî baş diyarî Resûl Bengîn hat kirin. Derhêner Mîrza Metîn bi şanoya “Bûka Lekî” xelata derhênerê herî baş wergirt û di heman demê de şanoya “Bûka Lekî’ di festîvalê de xelata berhema herî baş wergirt. Bi vê yekê, komên ji Bakurê Kurdistanê sê xelatên herî baş wergirtin.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber rêgiriya îdareya Kerkûkê komên ku ji Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûyîn bi hinceta ku beşdaran vîzeya Herêma Kurdistanê wergirtine, û ne ya Iraqê, li Çemçemalê şanoyên xwe derxistin ser dikê. Her wiha merasîma xwe jî li otêleke li Silêmaniyê bi dawî kirin.

ROJNEWS/KERKÛK

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.