Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kolanan a Merîwanê a 15´an li gorî bernameya xwe dewam dike. Lê belê îsal, ji ber şewba koronayê çend rojan bi derengî di 27’ê Cotmehê de fetîvalê dest pê kiribû.
Festîval 1´ê Mijdarê li herêma Zirêbarê ya bajarê Merîwanê bi tevlêbûna dayikên kolberên jiyana xwe ji dest dayî û mêvanên herêmê û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam kir. 1´ê Mijdarê beşa 15’an a festîvalê bi rê ve çû. Di vê beşê de şanoyek li ser zilma li kolberan dibe jî hat nîşandan. Festîval wê bi beşên mayî didome.
MERÎWAN