Festîval her sal Îlonê dihate li dar xistin, lê ev du sal bûn ji ber nexweşiya koronayê nedihat lidarxistin, belê îsal ji bo cara 24’an pêk hat.

Festîvala Çand û Huner a Skandînayayê ya 24´an bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Skandînavyayê Swêd, Fînlandiya, Danîmarka û Norwêcê li paytexta Swêdê Stockholmê bi coşeke mezin hate lidarxistin.

Festîval her sal Îlonê dihate li dar xistin, lê ev du sal bûn ji ber nexweşiya koronayê nedihat lidarxistin, belê îsal ji bo cara 24’an pêk hat.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Skandînavyayê Nadiya Salih destpêkê got, “Em kêfxweş in ku ew nexweşî bi dawî bû û her wiha em di serî de sersaxiyê dixwazin ji bo tevayiya hevalên xwe yên ku hezkirî û nasên xwe ji ber vê nexweşiyê ji dest dane. Çawa Rêber Apo jî gotiye, xebat û têkoşîna ji bo azadiyê jî bi qasî azadiyê watedar û xweş e.”

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal jî li ser girîngiya pêvajoyê got, “Van rojan li Tirkiyeyê hin nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd tên kirin. Yekane navnîşana me ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêber Apo ye û xeta tevgera azadiyê zelal e. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me xeta sor e.”

Parlementera Partiya Çep a Swêdê, Lorena Delgado Varas a ku bi eslê xwe ji Arjantînê ye, li ser navê partiya çep piştgîriya bi civaka Kurd a azadîxwaz re anî ziman. 

Di festîvalê de hunermend Kawa, Nûarîn, Armanc û Nasir Rezazî bi stran û kilamên xwe xelk coşand. Di festîvalê de bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Rêber Apo” hatin gotin.

ANF/STOCKHOLM