Festîvala Ciwanên Kurdistanê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 22 Gulan 2023 - 02:34

  • Festîvala Ciwanên Kurdistanê li bajarê Elmanyayê Freiburgê bi rê ve çû

LEYLA AKARSU/FREIBURG

 

Festîvala Ciwanên Kurdistanê îsal bi slogana "Li hemberî qirkirina 100 salan, bi çanda xwe xwe bi rexistin bike!" li bajarê Elmanyayê Freiburgê bi rê ve çû. Beriya bername dest pê bike, ciwanan bi hildana pankarta li ser "Xwe biparêze" nivîsandî meşek kir. 

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê, li ser navê Ciwanên Kurdistanê, Yûsuf Amed û Zekiye Nisebînê axivîn. Yûsuf Amed got, "Em dixwazin guh bidin wê sonda, ‘Em ê xeyalên Rêbertiya azad û Kurdistana azad pêk bînin’. Di sedsaliya wê de em ê Peymana Lozanê parçe bikin û Rêbertiya xwe azad bikin. Em bawer dikin em ê bi ser kevin."

Yek ji beşdarên festîvalê, Ozgur Canê 27 salî ye. Ew ji ber zilma rejîma AKP´ê bûye penaber. Ew dibêje, "Navê festîvalê jî gelekî kela canê min rakir. Em dûr jî bin, gava li vir em bi çanda xwe radibin, ev min bextewer dike. Li van meydanan em dibînin ku armanca ciwanan zelal e, em dibînin ku em ê tecrîdê bişikînin."

Vedat Uç ê malbata wî ji Mêrdînê û li Edenê hatiye dinê, ev 8 meh in li penaber e li Ewrûpayê. Ew dibêje, "Erê rast e, belkî ev festîval li bajarekî Ewrûpayê ye, lê belê faktorên wê çêdikin û saziyên wê organîze dikin, azadtir in, rizgarkirî ne. Yanî ev sazî, ji wan meydanên ku dijmin bi çanda jirêderketî dixwaze ciwanan bi kar bîne, dûr in. Li vir meydanek heye ku mirov xwe bi temamî weke parçeyekî wê hîs dike. ‘’Buşra Akçay a 17 salî ji Mêrdînê ye û hîna nû bi malbata xwe re penaber bûye û li Fransayê dimîne. Ew dibêje, "Ji bo vê festîvalê, min rahişt dayika xwe û xwişka xwe em ji Fransayê hatin. Weke jineke ciwan ev festîval ji bo min gelekî manedar e. ‘’

Pêşî hunermend Bermal Çem derkete ser dikê. Wekî din Serhado, Îbo Qamışlo, Seyda Perînçek, Ulaş Kelaşîn û Koma Zelal derketin ser dikê.

Di çalakiyên hunerî û sporê yên festîvalê de bala xelkê herî zêde çû ser turnuwayên kişik (setrenç) û futbolê. Di maçên dostaniyê yên 13 tîman de tîma Rojava Berlîn bû yekemîn. Di pêşangeha Bi çavên te welat de, berhemên beşdarî pêşbirkê bûn hatin nîşandan. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.