Festîvala Berçem hunera jinan geş kir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Îlon 2024 - 00:21

Di 6'ê Îlonê de li bajarê Kobanê Festîvala 2'yemîn a Şehîd Berçem Efrîn bi dirûşma "Bi tîrêjên rojê hunera jinê geş dibe" hat lidarxistin. Festîval ji aliyê Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat organîzekirin.

Endama Komîteya Amadekar a festîvalê û endama Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq li ser armanca festîvalê axivî. Mizgîn Çolaq diyar kir ku wan xwest li van qadên ku berxwedana jinan a dîrokê hatine meşandin, çanda berxwedan û îradeya jinan vejînin û got: "Me xwest bi rêya festîvalê tabloyeke hunerî ya ku hemû pêkhate bi cil û berg, huner û zimanê xwe yên resen tev lê bûne, xêz bikin."

32 kom û 450 endam beşdar bûn

Mizgîn Çolaq wiha domand: "Di festîvalê de 32 komên hunerî (stran, govend, şano û helbest) û 450 endam beşdar bûn. Her wiha hunermend û helbestvan bi rêya internetê beşdar bûn. Me xwest festîvala 2'yemîn baştir bikin û bi pêş bixin. Festîvala yekemîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû. Ew jî baş bû. Lê me xwest di festîvala Kobanê de rengê jinan bi awayekî berfirehtir bidin xuyakirin. Her wiha rê bidin hunermendên nû, hejmareke mezin a koman ji hemû pêkhateyan kom bikin û stranên folklorî yên kevin bi awayekî nûjen pêşkêş bikin. Her wiha me girîngî da govendên folklorî, ji ber ku ew çîrok û kultûra gelan vedibêjin."

Mizgîn Çolaq diyar kir ku ew hewl didin bi rêya festîvalê dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi pêş bixin, bidin naskirin û bi sînoran bidin derbaskirin û got: "Em vê festîvalê diyarî Rêber Apo dikin ê ku rêya jinan ronî kiriye. Wî rê li pêş bi mîlyonan jin vekir da ku xwe nas bikin. Ev festîval jî di çarçoveya banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de hat lidarxistin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku festîvala yekemîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di havîna 2022'yan de hatibû organîzekirin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.