Festîvala bê ew ê li Efrînê be

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 20 Çile 2024 - 01:56

Li Şehbayê Festîvala 5ˊan a Mîtan a Şanoyê bi diruşma ˊVeger nêz e, bi hêvî neˊ bi beşdariya kesayetên ji Kerkûk, Hesekê, Reqa, Heleb û Efrînê bi pêşkêşkirina şanoyan hat lidarxistin.

Roja dawî ya festîvalê şanoya bi navê 'Sazkirina li ser xeltikên bendewariyê' ji hêla koma Navenda Çand û Hunerê ya Reqa bi 4 şanogeran li ser dika Mîtan a Şehbayê hate nîşandan.

Ev şano ji hêla Agar Hemdî ve hetiye nivisandin û derhêneriya wê ji hêla Abdulqadir Ebûd ve hatiye kirin. Şano ji temaşevanan re dibêje, çi dibe bila bibe divê ew terka welêt nekin û ji welat neçin devereke din.

Festîvala 5ˊan a Mîtan a Şano bi şahiyekê hate bidawîkirin. Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê axivî. Ferhan destnîşan kir, bi keda gel ev festîval bi ser ketiye û got, " Şoreşa hunerê şoreşa herî mezin a jiyanê ye. Em jî şanogerên xwe slav dikin, ji ber ku ji her herêmekê derbasî qada berxwedanê bûn. Vîna gel û şanogeran bi dorpêçê nayê çewisandin. Bi hêviya ku festîvala bê li Efrîna rengîn be."

Her wiha li ser navê komîteya amedekar a festîvalê Şêrîn Reşîd jî diyar kir, ruxmî dorpêç û êrîşan şanogeran bi vîneke xurt şanoyên xwe pêşkêş kirin. Şanoyên wan jî li ser berxwedana gel bû. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî nameyek da û di nameyê de festival li tevahî gelan hate pîrozkirin û hate gotin bi hêviya fistîvala bê li Efrînê be.

Di dawiyê de hemû komên beşdar hatin xelatkirin. Di dawiyê de Koma Çiyayê Kurmênc a stran û govendê hunerên xwe nîşan dan.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.