Festîval hinek welat e
Duşem 27 Hezîran 2022 - 21:15
- Slogana festîvala îsal “Li berxwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bijî” bû. Festîval diyarî şehîdîn berxwedana Zê, Avaşîn û Metînayê û siyasetvan Aysel Dogan hat kirin.
ERDOĞAN ZAMUR / ZURICH
Ji bo bibîranîna ji damezrênerên PKK´ê Sakîne Cansiz, a ku li paytexta Fransayê Parîsê, 9´ê Çileyê 2013’an tevî endama KNK´ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez hat şehîdkirin, li bajarê Swîsreyê Zurichê festîvala jinan hat li dar xistin. Festîval îsal ji bo caran 9´an hat lidarxistin. Slogana festîvala îsal “Li berxwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bijî” bû. Festîval diyarî şehîdîn berxwedana Zê, Avaşîn û Metînayê û siyasetvan Aysel Dogan hat kirin.
Endama Komîteya Amadekar Diren Aydin got, festîval di warê navneteweyîbûnê de her sal xurttir dibe û wiha peyivî: “Em Festîvala Jinan a Sakine Cansiz a 9´an 28 rêxistinên jinan hevpar li dar dixin.” Jixwe, bi têlên li meydanê ve jî pankartên vanrêxistinan tevî wêneyên şehîdên jin û yên Ocalan, daliqandî bû.
Bernameya pêşî ya li festîvalê panela “Jin û Şer” bû. Ji YJK-S’ê Sevgi Koyuncu moderatoriya wê kir û ji TJK-E´yê Yurdusev Ozsokmenler, Ji “Piştgiriya Mor” Gamze Ozkok di panelê de peyivîn.
Li dezgeha Heyva-Sorê Yadê Guler bi rûkeniya xwe weke carê hazir bû. Lê herî zêde jî kêfkêfa zarokan bû. Ew li mala lîstikê ya nepoxî heta êvarê lîstin. Ji ber tava dijwar, xelkê hewl da ji xwe re li deverên sî bigerin û xwe biavêjin bextê siyê. Di encamê de jî ber sehneyê vala bû.
Lê gava bernameya çandî dest pê kir, tevî kelîjan û wexma hewayê jî, jinan li ber newayên wan govend gerand. Berdevka Meclîsa Jinan Rojbîn a Aarauyê Dilan Çetinkaya got, “Divê em xwedî li mîrateya Sakîne Cansiz derkevin û wê ber bi pêş ve bibin”.
Lê yên ku guh nedan kela germê û tava havînê û li ber sehneyê jî hebûn. Yek ji wan jî dayikek bû; Emîne Dagli. Bi cil û bergên xwe yên KUrdî li ber sehnê bû. Ew Mêrdînê ye, lê li Amedê bûye demeke dirêj. Ev bûn 26 jî li Swîsreyê dimîne. Xwe ji festîvalan nahêle. li ser pirsa sedema çûna festîvalan ew, behsa wê yekê dike ku çûna welatê wê ji bo wê kulek jî be, helwêsta wê li dijî Erdogan û dewleta Tirk a dagirker diyar e: “Pirr bêriya welatê xwe dikim, lê ji ber Tayyip Erdogan naxwazim biçim. Gava têm festîvalan, hinekî weke ku biçim welat dibe.”