Festîval bi coş derbas bû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:33

  • 32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku bi temaya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin” hat lidarxistin, li dijî qirkirina fizîkî û çandî ya dewleta Tirk ku di sala 2024’an de li dijî gelê Kurd pêk anî, weke qada têkoşînê ya herî girîng a berxwedana çandî derket pêş.

Festîval bi beşdariya deh hezaran kesan bi coş derbas bû û li dijî asîmîlasyona çandî dilsoziya gelê Kurd a bi nirxên xwe yên çandî re hat hîskirin.
Di qada festîvalê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna ku ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê meşandin, bi helwesteke xurt hate nîşandan.
Festîval bi pêşandanên hunermend Erdogan Emîr û Omer Gundî bi dawî bû. FRANKFÛRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.