• Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê, Îsmaîl Qaanî çûye serdana Bexdayê, û li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û fermandarên Heşda Şeebî civiyaye.

Pêr Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê, Îsmaîl Qaanî çûye serdana Bexdayê, û li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û fermandarên Heşda Şeebî civiyaye. Çapemeniya Iraqê ev nûçe ragihand.

Li gorî nûçeyan, Qaanî di civîna xwe ya li gel Kazimî de diyar kiriye ku ti peywendiya Îranê bi êrişên li dijî balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê ve nîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 22’yê meha bihurê jî Îsmaîl Qaanî bi awayekî veşartî çûbû serdana Bexdayê û li gel rayedarên Iraqê û Heşda Şeebî civiyabû.

BEXDA