Fêmkirina Rojhilata Navîn
În 14 Sibat 2025 - 03:10
Piştî ku heyeta DEM Partî ya Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir şûnde çareseriya pirsgirêka Kurd hat nîqaşkirin.
Di 28’ê Kanûna 2024’an de heyeta ku parlametnerên Partiya Wekhevî û Dekrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder nav de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Heyetê pêşniyara 7 xalî ya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê ragihand, bi rayagiştî re parve kir.
Piştî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re pirsgirêka herî sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi giranî ha tnîqaşkirin û her kesî bala xwe da pirtûkên Abdullah Ocalan ên di pêvajoya li girava Îmraliyê de der barê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd û netew dewletan nivîsandiye.
Abdullah Ocalan bi pirtûka xwe ya ‘Li Rojhilata navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ ya ji 6 beşan pêk tê pêvajoya dîrokî ya geşedanên li Rojhilata Navîn hatine jiyîn digire dest û rê û rêbazên çareseriya krîzan datîne holê.
Li ser hişmendiya dîrokê
Abdullah Ocalan di beşa ‘têketinê’ ya pirtûkê de ji bo geşedanên li Rojhilata Navîn tên jiyîn bên fêmkirin çarçoveyekê datîne holê diyar dike ku wî bi xebateke hûr, girîng û baldarî ev pirtûk amade kiriye. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Divê em nîşan bidin. Di vî warî de ez qîmetek mezin didim jiyankirinê ne ji bo pêşerojê, ji bo kevneşopiya berê. Ji bo vê yekê herî zêde dîrok zanist û felsefe ye. Dîrok behsa miriyan dike, lê ji bo jiyana mirovan e. Divê baş were zanîn ku jiyana civakî ya kesên ku haya wan a dîrokî tune ye, nikare watedar be. Divê neyê jibîrkirin ku çiqas hişmendiya dîrokî hebe, jiyana civakî jî ewqasî watedartir dibe. Ne tenê ew. Dikare bê gotin ku heta ku dîrok ji aliyê pêkhateyên madî û çandî ve û her wiha ji aliyê maneyê ve bê jiyîn jiyana civakî bi nirx e.”
Berxwedanên girîng
Abdullah Ocalan diyar dike ku li dijî pergala modernîteya kapîtalîst di dîrokê de berxwedanên mezin pêş ketine û wiha dibêje: “Li dijî tecrubeya 200 salên dawî ya hegemonyaya kapîtalîst a li herêmê gelek rexne û berxwedanên hundir û derve hatin kirin. Têkçûn hevpariya wan e. Ji îslamîstên radîkal bigire heta yên nerm, ji komunîstan heta neteweperestan, ji lîberal heta muhafezekar, analîzên dîrokî û heyî yên li herêmê û avakirina sîstema wan ji serkeftinê dûr in. Ji ber vê yekê, veguheztina ji şaristaniya Ewropayê bi lêkolînên rojhilatnasiyê; Veguheztinên ku ji dîrokê ji aliyê her beş û civakê ve li gorî berjewendî û mebestên xwe hatine kirin, ne sentezek felsefî û ne jî pêşveçûn û teoriyek siyasî ya azad a serkeftî peyda kiriye. Di wateya van rexne û berxwedanan de pêşxistina sîstematîka şaristaniya demokratîk xwe li ser rêya rast a heqîqeta civakî ferz dike. (…)”
Pirsgirêka Rojhilata Navîn
Abdullah Ocalan balê dikşîne ser pirsgirêkên di civaka Rojhilata Navîn de û van tiştan dibêje: “Îdeolojiyên şer û çalakiyên li ser gel tên meşandin, weke sedema sereke ya pirsgirêkên civakî tên nîşandan û rûxandina wan û kûrbûna pêvajoyên depresyonê tê nîşandan. Encamên veguhertina hêza hegemonîk a ku fonksiyona xwe winda kiriye û bingehên wê ji holê rabûne, li herêmê jî di vê beşê de têne nirxandin."
Rola Ewropayê
Abdullah Ocalan wiha dewam dike: “Li ser kêmpêşketina şaristaniya Rojhilata Navîn û pirsgirêka civakî ya ku her tim krîz tê jiyîn tê nîqaşkirin. Rabûna hegemonîk a Ewropayê li ser kesên ku xwe civakeke îslamî dihesibînin bandoreke şokê dike. Dîsa têkiliya tevgerên Îslamî bi modernîteya kapîtalîst re jî mijareke girîng a nîqaşê ye. Rastiya kapîtalîzma ku bi xwe sîstemeke krîz û qezencê ye ku her ku diçe zêde dibe û her diçe kronîk dibe, hem wekî dewlet û hem jî rizgariya aborî, ji çareseriyê zêdetir bûye çavkaniya pirsgirêkan, dibe sedem ku li herêmê qeyranên dewletî û civakî bi hev ve girêdayî bin.
Şaristaniya demokratîk
Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Destkeftiyên demokratîk ên şaristaniya Ewropayê bi mîrateya xwe ya çandî ya dîrokî ve di avakirina îdeolojîk û pratîkî ya şaristaniya demokratîk de têne nirxandin. Konfederalîzma Demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk, nîzama aborî ya ekolojîk û jin-navend weke saziyên çareseriyê yên girîng tên pêşkêşkirin.”
JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN