• Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 26`ê Tîrmehê ji baregehên xwe yên li bajarê Ezazê gundên li kantona Şehbayê topbaran kirin.

Rêveberiya Nexweşxaneya Avrînê da zanîn ku jina ciwan a bi navê Fehîme Fewzî Reşo ya ku di topbarana artêşa Tirk a dagirker a 26’ê Tîrmehê de birîndar bûbû, doh li nexweşxaneyeke Helebê şehîd bûye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 26`ê Tîrmehê ji baregehên xwe yên li bajarê Ezazê gundên li kantona Şehbayê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de, 6 jinên li ser zeviyan dixebitîn, birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya Til Rifetê, piştre jî birin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê. Ciwana bi navê Fehîme Fewzî Reşo ya 17 salî a ji navçeya Cindirêsê, piştî lingê wê hate jêkirin, ew rakirin nexweşxaneyeke Helebê.

Endameke rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn ji ajansê re ragihand ku Fehîme Fewzî Reşo ya ku di topbarana dagirkeriya Tirk li derdorê navçeya Til Rifetê de birîndar bûbû, şehîd bûye.

ŞEHBA