Ew dibêje, heyranê têkoşîna gelê Kurd e. Ji ber vê jî di têkoşîna li dijî faşîzmê de li cem wan e. Kalên wê ketine xizmeta faşîzmê û ew dibêje, ji rikê wan wê têkoşîna li dijî faşîzmê bimeşîne. Balê dikişîne ser berxwedana jinê li Rojavayê Kurdistanê û dibêje, çima yek ji wan jinan ne ez bim.
Em qala jina Elman a bi navê Cira Kohler dikin. Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd bi êrişên DAIŞê li dijî jinên Kurd ên Êzîdî nas kiriye û bi berxwedana têkoşerên Kurdan jî bûye heyranê vê berxwedanê û dibêje; “Ez ê ji bo birînên jinan ên nakewin bibim derman û ez ê bibim deng û qîrîna wan.”
Cira Kohler a 29 salî li bajarê Hamburg ê Elmanyayê dimîne û şoreşgereke elman e. Beşê têkiliyên navneteweyî xwendiye. Ew hewl dide bi awayekî çalak beşdarî xebatên Tevgera Azadiyê bibe.
Kalê Cirayê heyranê Hîteler bûye û jê re xizmet kiriye. Bandora kalê wê li ser malbatê nexweş çêbûye.
Cira qala bandora pirtûkên Rêber Apo li ser xwe dike û dibêje, min çiqasî pirtûkên wî xwendin min bersiva pirsên xwe dîtin û min xwest ez zêdetir bixwînim. Erê ez nikarim şerê çekdarî bikim, lê ez difikirim ku min xwe bi awayê îdeolojî gurçûpêş kiriye.
Di şeveke bi baran a li Qilebanê de li ber pencerê dema li hezkiriyên xwe fikirîm min his kir ku ez a vê cografyayê me û min soz da ez ê her tim bi vê têkoşînê re bim.
Xeyala herî mezin a Cirayê ew e, zimanê Kurdî hîn bibe û ji bo vê jî dibêje wê biçe Rojavayê Kurdistanê û hîn bibe.
POLÎTÎKA AZAD