Hûrguliyên komkujiya li paytexta Komara Çekê Pragê ya li Zanîngeha Charlesê derdikevin holê ku tê de 14 kes hatin qetilkirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çapemeniya Çekê, êrişkarê bi navê David Kozak ê 24 salî, li ser Telegramê pîlanên xwe yê komkujiyê parve kiriye. Di peyamên xwe de gotiye:’’Hertim ez dixwazim bikujim. Ez bawer dikim ku ez ê rojekê manyaq bim.’’
Kozak beriya biçe zanîngeha ku ew jî lê xwendevan e, bavê xwe kuştiye, ji kuştina bavek li gel pitika wî ya roja înê ya bihurî jî, berpirsiyar tê girtin.
Kozak di parvekirinên xwe de, pesnê Ilznaz Galyaviev ê sala 2021’an li herêma Kazan a Rûsyayê, li dibistana xwe ya berê 9 kes qetil kiribûn dike.
Li gorî polêsên Çekî Kozak, rojnivîsên xwe yên li Telegramê ku tê de nêrînên xwe yên herî tarî parve kiriye, heta beriya êrişê jî, ji derve re girtî bikaraniye. Roja êrişê jî, pêwîst bû ku di saet 14.00’an de biketa dersê. Kozak dema ku beriya saet 15.00’an dest bi êrişê bike, rojnivîsên xwe jî ji bo herkes bibîne vekiriye.
Rayedarên Çekî ragihandin ku di êrişên de ti pêwendiyeke gumana terorîstiyê nîne, ti qeydên sûcan ên berê nînin û çeka wî jî qanûnî ye. Dîplomaya lîsansê ya li ser xebatên dîrokî û Ewrûpayê ya Kozak heye, li ser dîroka Polonyayê jî lîsansa bilind dikir.
ARTI GERÇEK