• Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokê Ukranyayê Vladimir Zelensky doh bi rêya înternetê civiyan da ku rewşa li rojhilatê Ukranyayê nîqaş bikin.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokê Ukranyayê Vladimir Zelensky doh bi rêya înternetê civiyan da ku rewşa li rojhilatê Ukranyayê nîqaş bikin.

Fransayê danûstandinên pêkanîna agirbestê li herêmê bi rê ve dibe. Li gorî çavkaniyên nêzî hikûmeta Fransayê, beşdarên civînê dê rêbazên siyasî yên çareserkirina aloziyê nîqaş bikin. 

Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, hîna li ser civînê tu daxuyanî yan jî eşkerekirina encaman nehatibû belavkirin. 

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 7 salan û vir ve di şerê serhildêrên Rûs û artêşa Ukraynayê de zêdetirî 13 hezar kesan hatine kuştin. Ruxmî agirbestê jî ji destpêka îsal ve qederê 50 kesî hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN