Ew ê ti tişt weke berê nebe

Şemî 14 Îlon 2024 - 00:37

Jinên Tehranê yên duyemîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ku bi qetilkirina Jîna Emînî re dest pê kir, axivîn û gotin: “Em tu carî nakevin rewşa beriya serhildanê.”

Parêzvanê mafên mirovan Samane Afroz diyar kir ku ew êdî tu car venagerin beriya şoreşê û destnîşan kir ku tişten di sala 2022’an de qewimîne bûne destpêka serhildaneke şoreşgerî ya bêdawî. Samane Afroz di dewama axaftina xwe de da zanîn ku şoreşê hevgirtina jinan derxistiye holê û got:“Her çendî rejîmê zextên xwe zêde kiribe jî şoreşa jinan weke ku sekiniye xuya dike jî em dikarin bibêjin ev rewş heya ji bo demekê derbasdar e û divê her kes baş bizanibe ku wê jin vê têkoşîn û şiyarbûnê bişopînin. Jin û zarokên keç ên Tehranê bexwedana xwe berdewam dikin. Jinên ku ji azadiyê hez dikin, ruxmê gef û zextên civakê jî hîcabê red dikin.”

Şoreş dewam dike

Bahar Bayatî ku ji ber beşdarbûna serhildanên kolanan ên li Tehranê hatibû girtin got:“Dixwazin dengê tevgerên sivîl û siyasî neyê bihîstin lê tevgerê bi riya medyaya dîjîtal dengê xwe gihand hemû cîhanê û em berxwedana xwe didomînin. Serhildana şoreşgerî ya jinên ku jiyana azad dijîn, li dijî çewisandina neçarî, serhildaneke ji bo rizgarbûna ji lepên desthilatdariya olî ya totalîter e.”

Civaknas Zîba Eskandrîan jî bi bîr xist ku serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” bi qetilkirina Jîna Emînî derketiye holê û got:“Jinan bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bi serhildana ku dest pê kir, lewaziyên pêkhatî yên desthilatdariyê derxistin holê. Bi şoreşê re hişmendiya jin û zarokên keç ên Îranê berfirehtir bû. Ev şoreş bi rastî şoreşek super e ku nirxên nifşê ciwan nîşan dide, li dijî pîvanên kevneşopî, olî, mêrsalarî, cudaxwaz û otorîter li ber xwe dide. Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bû serhildana herî dirêj a kolanan. Gelek bandorên siyasî û çandî hebûn û em hê jî bandorên wê di nava gel û navneteweyî de dibînin. Em dizanin ku serhildana şoreşgerî wê encam bigire.

Rozhîn Naghdar jî got: “Destkeftiyên exlaqî, derûnî û çandî yên serhildana şoreşgerî nayên înkarkirin. Em di duyemîn salvegera serhildana şoreşgerî de ne û têkoşîna şoreşê didome. Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ji bo serhildanên civakî yên din ên ku gel ber bi jiyana azad, rizgarî û serkeftinê ve bibe, amadekariyek guncaw kir."

NÛJINHA/TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.