Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz ya îsal wê li Zurîchê bê lidarxistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) festîval wê di 23’ê Hezîranê de bi şîara ‘Bi Jin Jiyan Azadî re Şoreşa Jinê’ were lidarxistin. Festîval wê diyarî hunermend Mîr Perwer, Abdurahman Kizil û Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî bê kirin; her sê jî di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin.
Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer û Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Ozen Aytaç derbarê festîvalê axivîn.
Selma Surer got, “Armanca me ew e ku di festîvala 10’an de beşdarî zêde be. Em bang li gelê xwe, jinên Kurd dikin. Divê her kes nas, dost, cîran û xizmên xwe bîne festîvalê. Em dixwazin rengekî navneteweyî jî li vê festîvalê zêde bikin. 20 saziyên jinan ên biyanî beşdarî vê festîvalê dibin. Ev pirr girîng e. Ji bo zarokan jî bernameyeke me ya cuda heye. Em ê konê zarokan jî vedin. Konê me yê dengbêjiyê jî heye. Em ê panelan bikin wê komên me yên govendê jî hebin. Wê festîvala me layiqî heval Sakîne be.”
Ew jî Sakîne pêşeng dibînin
Ozen Aytaç jî diyar kir ku amadekariyên festîvalê bi dawî bûne û got, “Rêxistinên jinan ên din jî xwedî li vê festîvalê derdikevin, ji ber ku heval Sakîne wekî pêşeng dibînin. Saziyên jinan ên partiyên siyasî yên Zurîchê û jinên ji tevgerên femînîst jî wê di vê festîvalê de cih bigirin. Em bawer dikin, em ê îsal heval Sakîne bêhtir bidin nasîn.”
Hunermend Bermal Çem, Jin MA, Yelda Abbasî, Medî, Koroya Jinan a Baselê, Koroya Zarokan a Winterthurê, Govend û Komên Govendê yên Jinan di bernameya festîvalê hene.
ANF/ZÛRÎH