Li Îranê rojnamevan Nazila Marûfiyan a 23 salî, ji ber bi bavê Jîna Emînî, Amjad Eminî re hevpeyvîn kiribû cara sêyem hate girtin û ew birin girtîgeha li Varamin ya Qarçak.
Rojnamevan Nazila Maroofian bi heman sedemê li Tahranê ji aliyê rejima Îranê ve di 9’ê Tîrmehê de hate girtin, piştî 36 rojên girtî di 13’ê Tebaxê de bi kefaleta 300 milyonê riyalê Îranê hatibû berdan. Nazila Marûfiyan berê jî di 9’ê Çileyê de hatibû girtin û bi kefalet hatibû berdan.
Rojnameger Nazila Maroofiyan ji aliyê Dadgeha rejîmê ve, bi îdiayên ‘Propagandaya li dijî rejîmê’ û ‘Tehrîkkirina raya giştî û nûçeyên derew parve kirin’ hatibû darizandin.
NAVENDA NÛÇEYAN